Zarokên Serêkaniyê yên li ser axa xwe bûne koçber: Em dibistanên xwe dixwazin 2019-10-27 09:01:46   Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî   HESEKÊ - Zindiyên ku herî zêde di şer û kirîzê de bandor li wan dibe zarok in. Îro zarokên Serêkaniyê dibêjin:"Me bêriya dibistan, rêheval û lîstokên xwe kirine. Em dibistanên xwe dixwazin. Erdogan zaroktiya me qetil dike."   Dewleta tirk û komên girêdayî wê ji 9'ê Cotmehê ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kirin. Ne tenê hewayî bejahî jî êrîş dike. Kiryarên ji îşkenceya ser cenazeyê şervanên YPJ’ê heta diziya mal û dikanan berdewam dikin. Dema ku êrîş giran bûn, ji hewayî û bejayî çekên qedexe yên kimyewî, fosfora spî hat bikaranînin. Loma welatiyên Serêkaniyê neçar man ku koçî bajarên derdorê yên weke Hesekê û Qamişloyê bibin.    Zindiyên herî zêde ji êrîş û pevçûnên ku rû didin bi bandor bûn zarok in. Ne tenê ji mal, rêheval û dibistana xwe jî qut bûn. Di çavên wan de hêviya bendewariya vegera hembêza Serêkaniyê vedibêjin, dide der. Bi hezaran zarok tevî malbatên xwe li dibistanên navçeya Til Temirê bi cih bûne. Ji bo ku em rewşa zarokan û pêdivî û xwestekên wan bibihîsin, me nêrînên wan girtin.    Zarokên ku niha li dibistanan bi cih dibin dema xwe bi lîstokên cuda derbas dikin taybet di aliyê stranbêjiyê de xwe perwerde dikin û bi dengê xwe yê zelal ku hezar çîrokî vedibêje, stranan dibêjin. Her wiha  “Ey Reqîn, Dixtor ez nexweş im û zimanê Kurdî” dibêjin. Li aliyekî din jî sê zarok xwe di bin textê dibistanê de veşartibûn, da ku xwe ji baranê biparêzin û şil nebin. Niha zarokên koçberên Serêkaniyê rewşek zor dijîn.   ‘Erdogan û DAÎŞ zarokên Serêkaniyê dikujin’   Zaroka bi navê Ahîn Ehmed a ji Serêkaniyê ye piştî ku balafirên dewleta tirk bajar bombebaran kir tevî malbata xwe neçarî koçberiyê bûye dibêje:"Em li mala xwe bûn, em her roj bi kêfxweşî diçûn dibistana xwe û fêrî zimanê xwe yê dayîkê dibûn. Erdogan cihê zanîna me hilweşand û em ji dibistanê qut bûn. Min bêriya dibistan, mamoste û hevalên xwe kiriye. Erdogan me dikuje, ma gunehê me çi ye?”   ‘Dixwazim vegerim Serêkaniyê û dibistana xwe’   Yeldiz Goran jî ji ber ku bêriya dibistana xwe kiriye li ser textê dibistanê rûniştiye wiha dibêje:"Ez ji Serêkaniyê me, ji ber şer û  bihîstina ku dewleta tirk zarokan dikujin û serjê dikin ez û malbata xwe tev derketin û hatin Til Temirê.  Ez dixwazin şer bi dawî bibe, dîsa vegerim dibistana xwe, bi hevalên xwe re bilîzim û zarokatiya xwe bijîm. Em dibistanên xwe dixwazin."   'Zarok ji perwerde, dibistan û rêhevalên xwe qut bûn'   Dayika bi navê Şêrîn Elî jî bandora şer a li ser tendrustî û derûniya zarokan wiha anî ziman:"Zarok nifşên nû ye û siberoja civakê ronî dikin. Lê di vî şerî de wê zarok çawa bikin? Zarok ji perwerde, lîstok û rêhevalên xwe qut bûn. Pêwîst e zarok di rewşeke aram de bimînin, çimkî rewşên şer bandorek pir mezin li derûniya wan dike. Ji bandora êrîşan gelek zarok nexweş dibin."   ‘Divê rêxistinên mafê zarokan bi zarokên Serêkaniyê re eleqeder bibin’   Şêrînê got ku piştî şer jî pêwîst e hemû dezgehên mafê zarokan diparêzin bi zarokên Serêkaniyê re eleqeder bibin û wiha dom kir:"Gelek zarok bê bav û dê man. Piştî dûrketina dê û bavan rewşa zarokan pir zehmet dibe. Pêwîst e rêxistinên  mafê zarokan bi zarokên Serêkaniyê re elaqeder bibin. Ji hemû deman zêdetir îro pêwîstiya zarokan bi rewşeke aram heye. Zivistan tê, rewşa hewayî pir sar dibe, hemû rêxistinên mafê mirovan û zarokan ji nexweşiya zarokan û jiyana wan, berpirsiyar e."