Artêşa tirk û hevkarên wê êrîşî gundê Serêkaniyê dikin 2019-10-27 11:34:55   HESEKÊ - Artêşa tirk û hevkarên wî êrîşî gundê Serêkaniyê dikin.   Artêşa tirk û hevkarên wê dîsa bi çekên giran, obîs û tangan êrîşî gundê Babîl Xêr ê girêdayî navçeya Zirgan a Serêkaniyê dikin.  Şervanên QSD'ê û Artêşa Sûriyeyê ya ku vê sibehê gihîştiye gundê Babil Xêr bersiva van êrîşan didin. Her wiha hat ragihandin ku leşkerekî Sûriyeyî jî birîdar bûye.