Gelê Navçeya Fafînê bi meşekê êrîş şermezar kirin 2019-10-27 16:19:40   ŞEHBA - Bi pêşengtiya Meclîsa Şehba û Efrînê bi dirûşma "Ji faşîzm û dagirkeriyê re na" meş hat lidarxistin.    Bi pêşengtiya Meclîsa Şehba û Efrînê li dijî êrîşên dewleta tirk li ser Rojava "Ji faşîzîm û dagirkeriyê re na" meş hat lidarxistin. Bi dehan ji şêniyên navçeya Fafîn, xwendekar, endam û rêveberên sazî û dezgehên sivîl tevlî meşê bûn. Meş ji mizgefta navçeyê hat destpêkirin. Di meşê de wêneyên birîndarên berxwedana rûmetê û pankartên bi nivîsa "Roj roja berxwedana rûmetê ye", "Ji Osmaniya nû re na" hatibû hildan.   Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Endama Meclîsa Efrînê Idrîs Şêxo, li ser navê Endama Meclîsa Şehba Ezîze Beşer axivîn û gotin: "Berxwedaniya gel li hember dagirkeriyê, pir bilinde. Em ê heta dawiyê şopdarên rêya têkoşerên azadiyê bin. Em kiryarên dewleta tirk li ser Rojava bi tundî şermezar dikin. Dewleta tirk armanca wê qirkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Heta em bighêjin serkeftinê em ê ji bo axa xwe têbikoşin."   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.