‘Zarok xwezayê himbêz dikin’ 2019-10-27 16:38:36   AMED - Zarokên Surê bi plansaziya komeleyên zarok û ekolojiyê re li bostanên Hevselê meşa xwezayê pêk anîn.  Ev meş bi armanca parastina xwezayê her hefte pêktê.   Ji aliyê Komeleya Zarok li Her Cihî,  Komeleya Derdorparêzan (Ekolojîst) û Platforma Parastina Hevselê ve bi armanca parastina hevselê meşa xwezayê hat saz kirin. Armanca duyem pêşî li hember betonkirina xwezayê bû. Bi taybetî zarokên Sura Amedê ku bune mexdûrê şer û pevçûnê di meşê de hatin gel hev. Zarokan bi guhdarkirina xwezayê peyrewê dengê lawiran kirin û ji bo wan stran berz kirin. Ji Komeleya Zarok li Hercihî Bahar Polat li gel me axivî û got; “Zarok xwezayê himbêz dikin û ji bo cîhanek aramtir rê vedikin. Armanca me ya sereke ji bo xweza bijî û jiyanek bi tendurustir were afirandinê ye.”   ‘Ji bo zarok pêşerojek aram bibînin’   Bahar wiha dest bi axaftina xwe kir; “Me di dest pêkê de girîngî û taybetmendiyên xwezayê bi awayek teorik bi zarokan da têgihandin. Me pişre biryar da ji bo zarok xwezayê himbêz bikin divê  em çalekiyên bi vî rengî li darbixin. Pirojeya ku ji aliyê komeleyên me ve hat plansazkirin îro ket meriyete. Di heman demê de li bajarê Batmanê ji me heman çalekî dan dest pêkirin. Armanca me parastina Hewselê ye û li hember betonkirinê çalekiyek protestoyî ye. Daxwaza me zarokên di nav jiyana bajêr de asê mane ji qalibên xwe rizgar bibin û bi xwezayê re werin cem hev. Bêyî ku em zererê bidin xwezayê divê em wê ji bo rojên biparêzin biparêzin.    ‘Em ê hefteyê carek li hevselê bigerin’   Bahar bi qalkirina xebatan re coşa zarokan parvekir û got; “Me xebatên atulye, meş, spor û weke din çalekiyên xwezayî didan meşandin. îro jî em bi zarokan re fêrî girîngiya xwezayê bûn. Coş û kêfxweşiya wan li rûyê wan dide. Zarok dema stran berz dikirin digot me li dengê çukan guhdar kir, vê carê em ê ji wan re bibêjin û bila ew gûhdar bikin. Herî dawî di meşê de çi dîtin li ser rûpelan xêz kirin."   Piştî ku zarokan wêneyên xwe qedandin ber bi mal ve meşiyan.