ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-28 09:00:00   *Rêvebera Qada Civakî ya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulistan Elî derbarê êrîşên di pêvajoya dawî hatîn kirin de hedefgirtina jinan nirxand û got: “Pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya jinan hat honandin û li tevahiya cîhanê weke mînak tê nîşandan. Ji ber wê jî di êrîşên ku tên kirin de di serî de jinan hedef digirin û heta bi li cenazeyên wan jî îşkenceyê dikin.” BI DÎMEN   *Ji ber topbarana dewleta tirk li ser gelek gundên Serêkaniyê gel neçarî koçberiyê bû. Jinên koç kirin gotin: "Bûyerên ku Erodgan bi serê me de anîne Israyîliyan bi serê gelê Filistînê de ne anîne." BI DÎMEN   *Kesên ku xwe wek polîs dan nasîn, sîxûrtî li Hevseroka navçeya Bâsayê Leyla Topal ferz kirin. Leyla, bi lêv kir ku dê derbarê van kesan de serlêdana sûc bike.   DÎMEN HEYE   *Heta niha li gel 3 şaredariyên bajarên mezin bi giştî 8 şaredariyên HDP’ê ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Li dijî tayinkirina qeyûman gel bi berteke. Jinên Wanê nêrazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman dan û gotin ku kesên  bi vîna wan nehatine hilbijartin bila bicehimin û hiçin. BI DÎMEN   *Rojnameger Hediye Levent diyar kir ku ji destpêka şerê Tirkiyeyê yê li Sûriyeyê heta niha di polîtîka şopandiye tu qezenca wan çênebûye û wiha got: “Di encama wê de di destê wan de artêşek netewî ya hezaran endamê wê hene ma. 5 mîlyon penaber man. Tirkiyeyek ku tenê maye heye. Dema ev li ber çavan bê girtin ne pêkan e em bêjin destkeftî hatine bidestxistin.”   * 7 saziyên civaka sivîl li dijî nêzîkatiya CHP’ê ya ku polîtîkayên şer erê kiriye, ji CHP’ê re name şandin. Nesteren Davutoglu der barê mijarê de axivî û got: “CHP li şûna ku şer asayî bibîne, divê li dijî qeyûman pêşengiyê bike.” Nurten Ertugrul jî got: “Mixabin di vê pêvajoyê de di polê de man. Her kes divê fedekariya dikeve ser milê wan bike.”   * Li jina bi navê Nesrîn Çeçen bi hinceta ku di navbera salên 201-2016’an de li ser çapemeniya civakî, hesab ecibandî der barê wê de ji sûcê ‘propaganda rêxistinê’ kiriye doz hat vekirin û ji bo wê navbera salek û 5 salan de ceza tê xwestin.   *Parêzer Suheyla Oguz diyar kir ku daxistina ceza û efûya ji bo îstîsmara zarokan ku bi pakêta daraza duyemîn dîsa hatiye rojevê, tê wateya ku bi destê hiqûqê îstîsmar tê rewakirin. Suheylayê got bi sererastkirina nefeqeyê jî wê bi destê dewletê li hember jinan şîdeta aborî pêk bê.   *Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay bal kişand ser encamên êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Aliyekê vî zimanî ‘guleyek bi çiqasî ye’, aliyê din jî fatureya vê polîtîkayê li Tirkiyeyê tê birînê. Aliyê herî nebaş jî serdest fatureya vê li gel dibirin. Em şer rojavayê Tirkiyeyê jî eleqeder dike. Ger ev wisa neyê nirxandin, bêguman ev şaşiyek mezin e.”DÎMEN HEYE