‘Her bêdengiya li hemberî êrîşan hevkariya dewleta tirk dike’ 2019-10-28 09:01:37   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Rêvebera Qada Civakî ya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulistan Elî derbarê êrîşên di pêvajoya dawî hatîn kirin de hedefgirtina jinan nirxand û got: “Pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya jinan hat honandin û li tevahiya cîhanê weke mînak tê nîşandan. Ji ber wê jî di êrîşên ku tên kirin de di serî de jinan hedef digirin û heta bi li cenazeyên wan jî îşkenceyê dikin.”   Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku di sala 2011’an de dest pê kir, wekî şoreşa jinê tê naskirin.  Jinên mîna Barîn Kobanê, Hevirîn Xelef  Amara û herî dawî Çîçek Kobanê yên ku bi vîn û baweriyek mezin ji bo pêşeroja zarokên welatê xwe ked dan û dîl ketine destê çeteyên DAÎŞ’ê di binhişiya jinan de hêrsa berxwedanê mezintir kirine. Girtina Çîçek Kobanê û îşkenceya li bedena Hevrîn Xelef û Amara Rênas hovîtiya wan a herî dawî li ber çavê cîhanê bi dîmenên hatin parvekirin hat raxistin. Têkildarî mijarê Rêvebera qada civakî ya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulîstan Elî got; “Bi giştî saziyên mafên mirovan yên navneteweyî ku li himberî şerê ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin bê dengin. Ev jî tê wateya ku hevalbendiya dewleta tirk dikin û erê kirina qetilikirina zarokên Rojava dikin.”    Gulîsatan êrîşên dewleta tirk li ser bajarên Rojavayê Kudistanê bi bîr xistin û ev nirxandin kir; “Êrîşên ku dewleta tirk di 9’ê de dan destpêkirin, di bin navê ‘Kaniya Aştiyê’ de bi hovîtiyeke bê hempa li pêş çavê cîhanê bi giştî hate ragihandin. Bi sedan zarok û jin bi tangên dewlta tirk jiyana xwe ji dest dan. Êrîşên dermirovi yên dewleta tirk heta bikaranîna çekên qedexekirî jî çuye. Li ser bedena birîndaran şopên şewatê nîşan dan ku fosfora spî hatiye bikaranîn.  Mînaka vê yekê jî zarokê 14 salî yê bi navê Mihemed ku laşê wî hemû şewitiye.”    ‘Tirsa çeteyan a ji jinan’   Gulîstan êrîşên dewleta tirk ên dema dagirkeriya Efrînê jî bi bîr xist û wiha domand: “Dema ku dewleta tirk bi çeteyên DAÎŞ’ê re êrîşî Efrînê kir jî heman hovîtî li ber çavê raya giştî kirin û di medyaya xwe ya sosyal de parve dikirin. Niha li Serêkaniyê û Girê Sipî jî dûbare heman kiriyaran bi serê welatiyên herêmê de tînin. Îşkenceya li cenazeyê Hevrîn Xelef û Amara Rênas kirîn tirsa wan a ji jinên azad nîşandide. Di dema girtina şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê de jî gotinên weke serê wê jêkin bi xwe kêşane û li ser medyaya xwe ya sosyal belav kirine, ev jî hovîtiya wan nîşanî hemû cîhanê dide.”   ‘Li Serêkaniyê despêkê êrîşî ala Kongra Star kirin’   Gulîstanê balk kişand ser hedefgirina destkeftinên jinan û wiha axavtinên xwe domand; “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şoreşa jinê hatiye naskirin û gelek destkeftî bi dest xistine. Hêzên kapîtalîzimê ji destkeftiyên jina Rojava ditirsin. Ji ber pergala bi pêşengiya jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketiye meriyetê tirsa dilê hemû pergala emperyalîzmê ye. Di pergala bi pêşengiya jinan pêşketiye de, daxwaza maf û azadiya jinê heye, ev jî di raya gişti ya navnetewî de şiyarbûnek a jinan dide çêkirin. Bêguman dê emperyalîzim ji pêşengiya jinê bitirse. Ji bo hîn zêdetir em tirsê têxin dilê pergala dejiberiya gelan dike û naxwaze jin serê xwe rake divê em bêhtir têkoşînê bidin. Her ku em di cîhanê de birêxistin dibin û jin li dora şoreşa Rojava dibin yek hîn zêdetir ew dikevin nava fikaran û daxwaza fetisandina me dikin. Dema ku çeteyên dewleta tirk derbasî Serêkaniyê bûn, destpêkê pê li ala Kongreya Star kirin, bi wan rêbazan dixwazin bidin xwiyakirin ku ew li dijî tevgera jin û şoreşa ku bi destê jinê hatiye pêşxistin, ev yek bi zanebûn kirin.”   ‘Di van êrîşan de gelek caran sucên şer kirin’   Gulîstanê da zanîn ku di êrîşên vê pêvajoya dawiyê de dewleta tirk hemû rêgezên şer binpê kirin û sucên şer kiriye û wiha dom kir: “Di qanûnên cîhanê de bend bi bend hatiye xwendin mirovê ku dîl dikeve nav destên her dû aliyan de çi leşker be û çi jî sivîl be hevpeyman heye ku divê bi rêzgirtin nêzî wan bibin. Ger birîndar be divê were dermankirin û bi xwarin û vexwarin bêyî ku rasî tu axavtineke bêhirmetî were. Lê me di dîmenê wan bi xwe li ser medyayasosyal parkirî de dît ku çawan weke guran li ser şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê kom dibin û bi gotinên: ‘serê wê jêkin’ û bi ser de diqîrin. Ev yek jî li pêşiya çavê cîhanê tê ragihandin.  Mixabin tu sazî û rêxistinên mafên mirovan deng û helwesta xwe ya ku pêwiste li dijî vê yekê derkevin nîşan nedan. Ev yek jî tê wateya erêkirin û piştgiriya hovîtiya çeteyan a dewleta tirk.”