'Tişta ku Erdogan bi serê me tîne Israîlê bi ser Filstîniyan neaniye' 2019-10-28 09:02:37   Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî   HESEKÊ - Ji ber topbarana dewleta tirk li ser gelek gundên Serêkaniyê gel neçarî koçberiyê bû. Jinên koç kirin gotin: "Bûyerên ku Erodgan bi serê me de anîne Israyîliyan bi serê gelê Filistînê de ne anîne."   Di encama şerê duh li dijî gundê Tewîla, Erîşa, Menacîr, Um El-Asafîr û gelek gundên din de, bi sedan welatî neçarî koçberiyê bûn. Ji bo bicîhkirina koçberên ji gundên duh êrîş li ser wan hat kirin, Rêveberiya Xweser dibistana Miseb Bin Umeyîr ji koçberan re vekir. Li gel ku zêdetirî 64 malbat li dibistanê bi cih bûne, pêla koçberiyê jî dewam dike.    Em bi kamerayên xwe lidibistanê geriyan û me rewşa koçberan şopand. Riweyîda Elî ji gundê Tewîla yê di navbera Til Temir û gundê Aliyê ku dikeve ser riya Diweli ya navendî ye û ji ber topbarana dewleta tirk, Cebhet El-Nusra û DAÎŞ’ê neçar mane koç bikin.    'Ji bo ku tecawiz nekin û zarokên me serjê nekin em koçber bûn'   Riweyîdayê êş û zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye wiha vedibêje:"Jiyana me gelekî xweş bû, lê ji nişkave me dît ku topên dewleta tirk bi ser serê me de hatin û ji bo ku tiştek bi zarokên me neyê û çet tecawiz nekin, em reviyan û hatin Til Temirê. Bi alîkariya Rêveberiya Xweser em niha li dibistanê bi cih bûne."   'Em û zarokên xwe tî û birçî li erdê radizin'   Riweyîdaya pênc zarokên xwe li dora xwe kom kirine û di pola dibistanê de bi cîh bûye wiha dom kir:"Ez û 5 zarokên xwe yên biçûk ku mezina wan 4 salî ye, di vê serma û seqemê de li erdê radizên. Zarokên me birçî û tî ne, ma qey kes dengê me nabhîze? Em betaniyan, xwarin û vexwarinê dixwazin. Ev pêdiviyên jiyanî ne, em neçarin daxwaza van bikin. Her yek ji me xwediyê komek zarokên biçuk in, zarok daxwaza xwarin û vexwarinê dikin. Ji serma heta sibê xew bi çavê wan nabe. Di hemû şert û mercan de zarok pêdiviyên wan ên jiyanî hene. Ji xwe navê wan li wan e zarok in, ji derfetên kêm û şer fam nakin û ji birçîna digirîn."   'Me nema dizanî top ji kîjan aliyî tên'   Wedha Ebdella ya ji gundê Erîşa jî dibêje:"Em ji mirinê reviyan, Erdogan jiyana me li bin guhê hev xist. Ew çi ji me dixwaze? Ma me çi kiriye jê, ma me zarokên wî qetil kirine? Me nema dizanî top ji kuderê tên.  Dewleta tirk sivîlan dikuje, çima cîhan bêdeng e? Ma em jî ne rih in û naxwzin bijîn? Em aşîtiyê dixwazin şer naxwazin."   'DAÎŞ dixwaze dîsa jiyana me vegerîne tarîtiyê'   Wedha Salim a ji Sodayê jî da zanîn ku dewleta tirk bi çeteyên Cebhet El-Nusra re mal û milkê wan hemû talan kirine û wiha pêde çû:"Dewleta tirk û çeteyên wê mal û milkên me talan kirin, em ji gund reviyan û li çolan man. Em duh gihan Til Temir û Rêveberiya Xweser em li dibistanê bi cîh kirin. Bi hêviya ku em dîsa vegerin gundê xwe. QSD'ê em parastin, ne ji parastina wan bûna yek ji me ji destê çeteyan xilas nedibû. Niha çeteyên DAÎŞ’ê dixwazin dîsa jiyana me vegerînin tarîtiyê."   'Bûyera ku Erdogan bi serê me de anî Îsrayîl bi serê Filistiniyan de ne anî'   Fatima Xidir Salim a ji Serêkaniyê ye hovîtiya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê wiha anî ziman:"Erdogan malên me şewitandin, zarok qetil kirin. Zarokên me yên mayî jî li erdê radikevin, bê xwarin û vexwarin dimînin. Li ber çavên me jinan qeti ldikin û zarokên wan sêwî dimînin, ma kanî mirovahiya ku cîhan xwe pê şanaz dike? Bila Erdogan çeteyên xwe bibe, kude dibe bila bibe. Mafê me yê jiyanê jî heye.  Çima cîhan dixwaze me mehrûm bike. Çavê wan bêder jî em ê azad bijîn, çi dibe bila bibe, em hêviya xwe winda nakin û em ê dawiyê azad bibin."   'Em gelê Sûriyê, em ê bi hev re bijîn, cihê Tirkan li vir tune ye'   Zehra Elî Hisên a ji gundê Menacîrê jî diyar kir ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê wan xwe hinek kom kir, niha jî Erdogan û komên girêdayî wî dixwazin dîsa jiyanê li wan tarî bikin û wiha domand:"Ev 8 sal in em di nava şerekî herî dijwar de dijîn û em li ber xwe didin. Heta hêzên QSD'ê ango zarokên me DAÎŞ têk birin, me dest bi jiyana xwe ya aram kir û hinekî bêhna azadiyê kişand.  Lê  vêcarê jî Erdogan û çeteyên xwe bi ser me de hatin. Erdogan dixwaze dîsa me vegerîne serdema tarîtiyê û jiyana me bike dojeh. Me zarokên xwe dan û li ser vê axê şehîd bûn û em îro bi xêra wan li vir in. Erdogan dîsa dixwaze van herêman bigre, ma çiyê Erdogan li gel me heye. Em ê dest ji axa xwe bernedin."