Sîxûrî li hevseroka navçeya Bâsayê hat ferzkirin 2019-10-28 09:04:11   ŞIRNEX - Kesên ku xwe wek polîs dan nasîn, sîxûrtî li Hevseroka navçeya Bâsayê Leyla Topal ferz kirin. Leyla, bi lêv kir ku dê derbarê van kesan de serlêdana sûc bike.      Kesên ku xwe wek polîs didin nasîn li şirnexê sixûrtiyê li gelek kesan ferz dikin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a navçeya Bâsaya Şirnexê Leyla Topal jî diyar kir ku kesên xwe wekî polîs dane naskirin sîxurtî lê ferz kirin jî kesên ku xwe wek polîs dane nasîn sîxûriyê lê dane ferz kirin û got ku ew ê serlêdana sûc derbarê wan kesan de bike.   Leylayê diyar kir ku beriya 3 hefteyan kesek bi telefonê Li wê  geriyaye û xwe wek polîs daye nasîn û gotiye ku ew TEM’ê digerin. Leyla anî ziman ku Kesên bi telefonê lê geriyane gotine; “Em dixwazin te bibînin.” Li ser vê yekê Leyla, anî ziman ku wê  bersiva “hûn kîne ez we nasnakim.  Hûn çi dixwazin” daye û telefon girtiye.  Leyla, da zanîn ku ev zordestî her roj berdewam dike û wiha berdewam kir: “Hema hema her roj li min digerin. Piştî çend rojan ew dîsa bi telefonê li min geriyan û gotin ‘em dixwazin tu alîkariya me bikî.'  Min ji wan re got hûn alîkariya çi dixwazin, gotin, 'navbera te û partiyê gelek başe. Tu hemûyan gelek baş nasdikî. Ji vî şûn de kî tê partiyê û diçe tû yê ji me re bêjî û raporê bidî.' Min bersiva wan da û min got ez naxwzim bi wer re biaxivim û min telefon girt."    Zordestiya sîxûrtiyê berdewam dike   Leyla, diyar kir ku zordestiya tê kirin 3 heftene ne  berdewan dike û diyar kir ku ew ji xeynî karê siyasî li bazarê zebze û fêkiyan difroşe. Leyla, anî ziman ku beriya çend rojan dema li bazarê bûye jî  çend kes hatine li gel wê û xwe wek polîs dane nasîn. Leyla, wiha domand: “Kesên ku hatin gel min sivîl bûn û xwe wek polîs dan nasîn. Piştre carekedin sîxûrtî li min hat ferzkirin. Lê min qebûl nekir. Piştre piçek fêkî hildan û di zerfê de pere danîn ser dezgerh. Lê min pere qebûl nekir û şûnde da wan. Min ji wan re got ez sîxûrtiyê qebûl nakim. Zordestiya van polîsan her roj berdewam dike. Her carê dixwazin min bibînin û biaxivin. Lê wekî her carê ez qebûl nakim.”   Dê serlêdana sûc bike   Li ser van tiştên pêk hatine Leyla got ku dê serî li dozgeriyê bide û serlêdana sûc bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em van pêkanînan tu carî qebûl nakin. Ew dixwazin ku bi van zordestiyan me bidin sekinandin. Lê dê bi ser nekevin.”