Jinên Wanê: Kesên bi vîna me nehatine hilbijartin bila biçin 2019-10-28 09:06:40   Zeynep Durgut   WAN - Heta niha li gel 3 şaredariyên bajarên mezin bi giştî 8 şaredariyên HDP’ê ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Li dijî tayinkirina qeyûman gel bi berteke. Jinên Wanê nêrazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman dan û gotin ku kesên  bi vîna wan nehatine hilbijartin bila bicehimin û hiçin.    Piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê şûnde 3 şaredariyên bajarên mezin  bi  giştî qeyûm tayînî 8 şaredariyên HDP’ê  hatin kirin. Li dijî polîtîkayên tayinkirina qeyûman ji her qadên civakî bertek û nêrazîbûn zêde dibin. Jinên Wanê jî bertek nîşanî tayinkirina qeyûman dan û gotin ku bi zilm û xespkirinê wê nikaribin kurdan xelas bikin.    ‘Tehemula wan ji destkeftiyên krudan re nîne’   Ji jinan Sîsê Kadar anî ziman ku bi zorê wê nikaribin gel bê biryar bihêlin û got ku ew ê heta dawiyê xwedî li vîna xwe derkevin û wiha axivî;” Erdogan dixwaze bi zordestiyê vîna gel desteser bike. Bi tayînkirin qeyûman dixwaze peyama ‘Ez hebûna kurdan nas nakim’ dide Gelê Kurd. Naxwaze Gelê Kurd bibe xwedî mafê axaftinê. Tehemula wan ji deskeftiyên kurdan re nine. Ji ber wê jî êrîş dikin. Bi zilmê dixwazin bi ser bikevin. Em dixwazîn bajarên xwe rêve bibîn. Piştî 31’ê Adarê gel ev însiyatîf girt. Lê mixabin ev biryara gel ji aliyê hikûmetê ve nehate qebûlkirin û dîsa ji vîna gel xesp kirin. Ew şaredarî şaredariyên gel in. Tu hêz nikare me ji biryara me vegerîne.”    ‘Ger zilma wan hebe yê me jî berxwedana me heye’   Sonya Işik jî bi lêv kir ku kurd tu car xelas nabin û got ku armanc tasfiyekirina deskeftiyên Gelê Kurd e  û wiha pê de çû;” Em kurd her tim serbilind în. Ji ber ku bi salane em bedelên giran didîn. Bi desteserkirina şaredariyan wê nikarin vê têkoşîna me bidin sekinandin. Ger  zilma wan hebe berxwedana me heye. Ji ber ku ji xeynî berxwedanê tiştek ji destê me nayê. Li dijî zilmê bêdengî erêkirina zilmê ye. Em vê zilmê qebûl nakîn û em ê heta dawiyê li dijî hişmendiya qeyûman tebikoşîn. Ji ber ku em hene, em hebûn û em ê hebîn.”    ‘Dixwazin dengê Gelê Kurd qut bikin'   Xanim Peya ji destnîşanî polîtîkayên tayinkirina qeyûman kir û da zanîn ku heta dilopek xwîn di laşê wan de bimîne ew ê li dijî van polîtîkayan tebikoşin û wiha berdewam kir;” Xwedê vê zilm û desthilatdariyê qebûl neke. Bi van polîtîkayan tundiyê li me dikin û bi darê zorê xwe bi gel didin qebûlkirin. Hemû hevşaredarên me, hevserokên me û parlementerên me girtin. Dixwazin dengê Gelê Kurd qut bikin lê em tu car bêdeng nabîn û bêdeng namînin.”    ‘Kesên ku bi vîna me nehatine hilbijartin em naxwazîn’   Jina bi navê Meryem Kiyak jî diyar kir ku tayinkirina qeyûman li tu deverên cîhanê nehatiye dîtin û wiha berdewam kir;” Ev zilm e, ev neheqî ye û ev bêhiquqî yê. Wê roj were ew ê di dadgehan de bên darizandin û ew ê hesab bidin Gelê Kurd. Zilm tu caran negihiştiye armanca xwe. Bi zilmê ew ê bi ser nekevin. Ew şaredarî şaredariyên me ne. Em qeyûmên wan nas nakîn. Em vîna xwe dixwazîn. Kesên ku bi vîna me nehatine hilbijartin em naxwazîn û bila biçin.”   ‘Ji ku derê hatine bila bicehimin û  herin wê derê’   Guzel Karaduman ji bertek nîşanî tayinkirina qeyûman da û got ku li dijî vê zilmê pêwîste Gelê Kurd bêdeng nemîne û wiha got:” Em kurd in me tu caran li hemberî zilmê serê xwe netewandiye. Bi xespkirina şaredariyan ew ê nikaribin Gelê Kurd xelas bikin. Kurd ji dîrokê heta niha bi neheqiyê û tunehesibandinê rû bi rû mane. Lê her tim ji bersiva van êrîşan dane. Ew kesên ku şaredariyên me xesp kirine em wan şermezar dikin. Qeyûm rûmeta gel û vîna gel nas nake û em jî wî nas nakîn û em naxwazin. Ji ku derê hatine bila bicehimin û  herin wê derê.”