'Tola hemû jinên cîhanê hat hilgirtin' 2019-10-28 14:20:06   ŞENGAL-TAJÊ li Şengalê derbarê kuştina lîderê DAÎŞ'ê Ebû Bekîr  El- Baxdadî de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi kuştina Ebû Bekîr  El- Baxdadî tola hemû jinên cîhanê hat hilgirtin.   Bi operasyona hevpar a ABD û QSD'ê lîderê DAÎŞ'ê Ebû Bekîr  El- Baxdadî hat kuştin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Şengalê derbarê kuştina lîderê DAÎŞ'ê Ebû Bekîr  El- Baxdadî de daxuyanî da. Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku bi kuştina Ebû Bekîr  El- Baxdadî tola komkujiyên li Kobanê, Şengal, Xabûr, Deşta Nînewa, Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûrê hatiye hilgirtin.    Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Kuştina El Bexdadî berdewamiya hilgirtina tola Jinên Êzîdî ye. Em bi dil û can spasiya QSD'ê dikin ku ji destpêka şoreşê heta niha bê navber beramberî van çeteyên hov tekoşîn kirine.   Weke millet û jinên Êzîdî, em bi gelek fermanan re rû bi rû mane. Fermana herî dawî ya çeteyên DAÎŞ’ê ya di 2014'an pêk hatibû ye. Ev komkujî bi fermana Serokçete El Bexdadî hate pêkanîn. Di encamê de bi hezaran kes hatin koçberkirin û bi hezaran hatin qetilkirin. Bi taybet bi hezaran Jinên Êzîdî wek êsîr hatin revandin û li bazaran hatin firotin.  Li ser vê esasê kuştina Serokçeteyê DAİŞ’ê Ebu Bekir El Baxdadî ji bo me wek Tevgera Azadiya Jinên Ezîdî mizginiyek mezin bû. Lê hê jî bi hezaran jin û zarokên Êzidî ku ketibûn destên DAÎŞ’ê aqubeta wan ne diyar e.    Wek Jinên Êzîdî me di van salên borî de bi xwe rêxistinkirina siyasî û leşkerî de tekoşîneke bê hempa beramberî van çeteyan meşand. Li Reqa me tola hemû Jinên cîhanê û di serî de Jinên Êzîdî rakir. Kuştina El Bexdadî berdewamiya hilgirtina tola jinên Êzîdî ye. Em bi dil û can spasiya QSD'ê dikin ku ji destpêka şoreşê heta niha bê navber beramberî van çeteyên hov tekoşîn kirine.    Lê gerek ev jî baş were zanîn ku bi kuştina El Bexdadî, talûkeya DAÎŞ'ê bi dawî nebûye. Bi êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wî zilim dewam dike. Ev êrîşên hov ên fîzîkî û îdeolojîk ji zîhniyeta DAÎŞ’ê cuda nînê. Li ser vê esasê ji bo herêma Şengalê jî metirsî bi dawî nebûne.  Jinên Êzidî û hemû jinên têkoşer DAÎŞ têk birin."