Li Şirnexê 2 jin hatin binçavkirin 2019-10-28 15:05:36   ŞIRNEX - Polîsan di saetên serê sibehê de li navenda Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegitinên hatin kriin de  2 jê jin bi giştî 3 kes hatin binçavkirin.   Di saetên serê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girtin, di encama serdegitinan de welatiyên bi navê Zahide Barînç, Elmas Kulter û Abdulselam Baysal hatin binçavkirin.   Sedema binçavkirinan nehat zain. Her wiha hat zanîn ku welatiyên hatine binçavkirin li Emniyeta Midûriyeta Polîsan a Şirnexê tên girtin.