Jinên Efrîn û Şehbayê berê xwe dan nokteya Rûsan 2019-10-28 17:29:05   ŞEHBA - Jinên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma"Em jinên Efrînê daxwaze me vegerandina Efrînek bi ewle û rizgarkirî ye" li hember nokteya Rûsan meşek li dar xistin.   Bi sedan ji jinên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Em jinên Efrînê daxwaza me vegerandina Efrînek bi ewle û rizgarkirî ye" herikîn qadan û berê xwe dan nokteya Rûsan a gundê Wehşitê ya Şehbayê, bi armanca xwesteka vegera hemû deverên xwe. Meş ji gundê Wehşiyê heta nokteya Rûsan dewam kir. Di meşê de jinan şaxa zeytunan, wêneyên têkoşerên azadiyê, birîndarên berxwedana rûmetê û bi pankarta bi nivîsa "Erê ji Sûriyeke yekgirtî re", "Na ji Erdoganê xwînvexwer re", "Ji bilî serkeftinê tiştek din nîne" hildan.    Şandeyek ji nûnerên pêkhateyên ku li Şehbayê dijîn, partiyên siyasî, meclîsa Kantona Şehba û Efrînê, Kongreya Star, Rêveberiya Xwseriya Demokratîk û Meclîsa Malbatên Şehîdan pêk hat. Ji bo teslîmkirina peyamên jinên Efrîn û Şehbayê derbasî nokteya Rûsan bûn. Piştî deqeyek rêzgiritn ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, daxuyanî ji aliyê Evîn Hec Hemo ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye   "Dewleta tirk ji destpêka dagirkeriya Osmanî û dîroka wî ya faşist heta roja me ya îro bi rêya çeteyên DAIŞ'ê hewildana kûrkirina aloziya Sûrî  dike. Piştî hilweşandina komên çete û binpêkirina planên dewleta tirk, dest bi êrîşên xwe kir bi hevkariya dewletên navnetewî, kiryarên xwe yên dijmirovatî di derheqê gelê sivîl de pêk anî. Bêdengiya navnetewî rê li pêşiya Erdogan vekir ku êrîşên xwe ber bi Rojhilatê Firatê ve bibe. Bi rêya êrîşên xwe hemû zaganên navnetewî derbas kir. Gel qetil kirin, koç kirin û bi cenazeyên Barîn, Hevrîn û Amara işkence kirin û tevî vê jî şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê dîl girtin.   Em li ser navê malbatên ku mirovên wan gihaştine asta şehadetê êrişên dewleta tirk bi tundî şermezar dikin. Bang li civaka navnetewî û hemû rêxistinên hiquqî bi taybet rêxistinên jin dikin ku parastina Çîçek Kobanî bikin. Li hember êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî bisekinin û dewleta tirk a dagirker ji axa Sûriyê derxin, ji bo ku gel vegerin mal û warê xwe."   Piştî şande peyama jinên Efrînê û Şehbayê ji dewleta Rûsan re ragihand, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şîraz Hemo axivî û got: "Me peyama gelê Efrînê û Şehbayê bi taybet peyama jinan careke din ragihand û wê peyama me bigihêjin dewleta Rusan ji bo bi erkên xwe ya mirovî li hember gelê Efrînê rabin."   Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava","Bijî berxwedana QSD'ê" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.