Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyanî da 2019-10-28 19:10:20   QAMIŞLO - Yekîtiya Jinên Ciwan yên herêma Cizîrê daxuyaniyek di derheqê Hevrîn Xelef, Amara û Çiçek Kobanê de da.   Yekîtiya Jinên Ciwan yên herêma Cizîrê li dijî êrîşên di derherqê Hevrîn Xelef, Amara û Çîçek Kobanê de da. Daxuyanî ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Manya Xelîl ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:    "Di serî de em hevalên xwe yên di çeperên şer yên ku heta dawî şer kirine û heta dawî berxwe dane û gihaştine asta şehadetê û ew hevalên niha şer dikin,  bi bîr tînin û berxwedana wan silav dikin.Di dîroka Kurdistanê de her tim  berxwedana mezin çêbûne û heta niha jî berdewam e. Heta ku êrîş li ser welatê me were kirin, em ê jî her berxwedan û tekoşîna xwe bidomînin.   Êrîşên ku niha tên ser Rojavayê Kurdistanê û  bi taybet li ser Serêkaniyê û Girê Sipî di bin navê herêma bi ewle tên kirin. Giştî Kurdan bi xwe re kiriye armanc. Ev ne cara yekemîn e dewleta tirk a faşîst û dewletên ku piştgiriya wê dikin êrîşî ser xaka me dikin. Hemberî van êrîşan her tim bi pêşengtiya jinan û berxwedana wan ev êrîş vala hatine derxistin.    Îro tevî heman bûyer ku tên qewimandin, çawa ku di Efrînê de bi pêşengtî û berxwedana heval Avesta dijmin hate şikandin û di Kobanê de bi berxwedaniya heval Arîn dîsa dijmin hate şikandin. Îro heman berxwedan di Serêkaniyê de tê jiyîn. Dijmin jî bi zanebûn îro di Serêkaniyê û Girê Sipî de hevalên me yên jin dikin hedef û êrîşên bê exlaq didin meşandin. Çawa ku bi awayekî bê exlaq êrîşî ser cenazeyê hevala Amara kirin, her wiha  êrîşî ser hevala me Hevrîn Xelef jî kirin û şehîd xistin.      Niha jî  hevala me Çîçek bi birîndarî dîl girtin û bi awayekî hovane êrîşî wê kirin. Li hemberî  van êrîşan em wek jinên ciwan van êrîşan qebûl nakin û em ê heta dawî ber xwe bidin.   Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.