Bi sedan Hevrîn ji nû ve tên cîhanê 2019-10-29 09:01:32   Dîcle Demhat   KOBANÊ  -  Li kêleka şerên giran ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, jiyan bi awayekî zehmet be jî didome. Piştî ku jina siyasetmedar Hevrîn Xelef di encama kemîna çeteyên OSO de hate qetilkirin û şûnde li Bakurê Suriyeyê bi dehan Hevrînên biçûk çavên xwe li jiyanê vekirin. Jina bi navê Sozdar Mihemed Şêxo ku navê keça xwe ya nû hatî dinê kiriye Hevrîn wiha dibêje: "Jinên kurd ên tekoşêr wê her bijîn. Em ê her navê wan bide jiyîn û bi wan serbilind bin."   Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî ser xaka Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir. Ji ber kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê bi sedan jin, zarok û kesên sivîl hatin kuştin, qetilkirin û ji gundên xwe koçber bûn. Di 12’ê Cotmehê de komên girêdayî dewleta tirk li ser riya di navbera Qamişlo û Reqa yê de kemîn danîbûn. Dema ku Sekreterya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef derbas dibû, komên çeteyan lêdan ew û ajokarê maşîneyê hatin qetilkirin. Piştî Hevrînê bi sedan Hevrînên din çavên xwe li jiyanê vekirin. Sozdar Muhemed Şêxo ya ku navê zaroka xwe kiriye Hevrîn wiha behsa serpêhatiya navê keça xwe û lehengiya Hevrînê dike.   ‘Hevrîna min zaroka dema bi êş e’   Sozdarê di derbarê navê keça xwe de wiha axivî: "Di rewşek awerte û bi êş de min Hevrîn anî dinê. Dema ez li nexweşxaneyê bûm bijîşka behsa rewşa Serêkaniye û Girê Sipî dikirin. Di rewşeke wiha de zarok anîna dinê zehmet û bi êş e. Zaroka min di 10'ê Cotmehê de çavên xwe li jiyanê vekir. Beriya welidînê em hizirîbûn ku navê zaroka xwe bikin Eylem, lê belê dema ku zaroka min çêbû rewşa welatê me ne rewşek asayî bû, ji xwe dema ku zarok çê bu jî hevjînê min di çeperên şer de bû, ji ber wê ez mam min got heta ku bavê wê jî tê em bi hev re nav lê bikin. Piştî du rojan hevjînê min li min geriya, got ku navê zarokê em bikin Hevrîn. Heta wê kêliyê agahiya min ji şahadeta Hevrîn tunebû. Piştî ku hevjînê min ji min re got û şûnde min di medyaya civakî de wêne û dîmenên Hevrînê dît û ez gelekî pê bandor bûm û piştî wê me navê keça xwe kir Hevrîn."   'Hevrîn Xelef jinek çeleng bû'   Sozdarê wiha qala Hevrîn Xelef kir: "Carekê dema ku ez li navçeya Eyn Îsa beşdarî civînekê bûm wê demê endama Sekretera Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef ji me re civîn li dar xist. Cara yekem min Hevrîn li wir dît, di wê civînê de ez gelekî ji sekin, axaftin, heybet, baweriya wê ya ji xwe re  û ji bedewiya wê bandor bûm. Jixwe rûyê wê yê biken dihîşt ku her tim bala mirovan li ser wê be. Ez gelekî jê bi bandor bûbûm. Min her peyva ku ji nava lêvên wê derdiketin pir bi awayekî bi baldar guhdar dikir. Her kesê ku Hevrînê nas dike bi awayên herî xweş û bedew behsa kesayeta wê ya leheng dike."   'Dewleta Tirk dijiminê jinan e'   Sozdarê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev ne cara yekê ye ku deweleta tirk û çeteyên wê bi bedena jinan dilîzin. Li Efrînê bi bedena Şehîd Barîn Kobanê lîstibûn. Îro jî di kesayeta Hevrîn Xelef, Amara Rênas û Çîçek Kobanê de dubare dibe. Qetilkirina Hevrînê bandora xwe li tevayî jinên cîhanê kir. Li gorî qanûnan kesên dîl tên girtin nayên kuştin. Lê dewleta tirk û çeteyên wan mafên hiqûqî yên navneteweyî û hemû rêgezên mirovahiyê binpê dikin. Di cîhanê de tê zanîn ku kesek esîr bê girtin bi awayekî hovanê nayê qetilkirin."    'Hevrîn wê her bijî'   Sozdarê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez kêfxweş im ku min navê zaroka xwe kir Hevrîn. Dewleta tirk û çeteyên xwe Hevrînek qetil kirin. Lê di wê rojê de bi sedan Hevrîn hatin cîhanê û wê hertim Hevrîn jiyan bikin. Di şexsê heval Hevrîn de xwestin ku hêz û îradeya jinên têkoşer, siyasetmedar û jinên ku mafê xwe dixwazin bişkînin. Lê wê tu carî bi ser nekevin. Jin ji bo tola wan jî mabe wê bi hêztir tekoşîna xwe berdewam bikin. Ez ê hewil bidim ku keça xwe Hevrîn, wek Hevrîn Xelef mezin bikim."