'Heta ku jinên weke Barîn, Hevrîn û Amara hebin serkeftin wê ya me be' 2019-10-29 09:02:39   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Siyasetmedar Bêrîvan Hesen di derbarê kiryar û lîstikên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser bedana jinên Kurd de wiha got: "Dewleta tirk dixwaze bi êrîşkirina li ser bedenên jinan, tola têkçûyîna çeteyên xwe hilîne. Ew jin pêşengên me ne û bedenên wan temsîla me hemûyan dikin."   Komên girêdayî dewleta tirk bi kiryarên xwe yên li dijî ehlaq, duh li Efrînê  îro jî li Serêkaniyê û Girêspî hatin rojevê. Do bedena Barîn, îro jî bedena Hevrîn û Amara hedef girtin û pê lîstin. Li ber çavên hemû cîhanê û bi binpêkirina hemû pîvan, nirx û zagonên cîhanî, olî, exlaqî û qanûnî dewleta tirk û komên girêdayî wê bi gotina alahu ekber, serjêkin û bi gotina dawiyê li Kurd bînin, bi cenazeyên jinên şervan û siyasetmedar dilîzin. Pêlê dikin û laşên wan parçe dikin. Paşê jî hovîtiya xwe bi riya medyayên civakî parve dikin.    Bedena Barîn Kobanî teşhîr kirin   Dewleta tirk û hevkarên wê di 20'ê Çileya 2018'an de dest bi hemleya êrîşa li ser herêma Efrînê kir. Gel û şervanên di Efrînê de 58 rojan li dijî hemû çekên giran berxwedanek dîrokî bi navê Berxwedana Serdemê dan meşandin. Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)  Barîn Kobanê dema ku  cihê xwe di berxwedana Serdemê de girtibû jiyana xwe ji dest dabû. Piştî şehadeta wê endamên komên girêdayî dewleta tirk di 1'ê Sibata 2018'an de bi rengekî dijmirovahî bi cenazeyê wê dilîzin û îşkence dikin. Komên girêdayî dewleta tirk bedena Barîn Kobanê teşhîr kirin. Her wiha bi lingên xwe pêl cenazeyê wê kirin û ew dîmen parve kirin. Barîn a bi navê nasnameyê Emîne Omer di sala 1992'an de li gundê Qîrkilbîn yê girêdayî Kantona Şehbayê ji dayîk bûye û di 2015'an de beşdarî nava refên YPJ'ê dibe.    Siyasetmedarên jin bi hovane tên qetilkirin   Dewleta tirk û hevkarên wê bi heman armanc û zihniyeta ku êrî Efrînê kirin, di 9'ê Cotmehê  de dest bi êrêşên li ser xakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Kiryarên ku dewleta tirk li Efrînê pêk anî, bi heman rengî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dûbare dike. Komên girêdayî dewleta tirk, di 11'ê Cotmehê de Sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşeroj Hevrîn Xelef kirin hedef û ew bi rengekî hovane qetil kirin. Rapora tendurustiyê ya şêwazê kuştina Hevrînê eşkere kir ku gelek gule li bedena wê hatine reşandin. Lê sedemên mirina wê xwîn çûyîna dijwar ya li ser mejiyê wê bû. Her wiha porê wê bi awayek hovane hatibû kişandin û çermê serê wê ji ser rabibû û li ser bedena wê derbên amûrên tûj jî gelek bûne. Raporê teqez kir ku bedena Hevrînê germbû dema gihîşt nexweşxaneyê. Her wiha çene û hestiyên wê jî şikestibûn û di bedena wê de gelek birîn hebûn. Dîmenê  îşkencekirina Hevrîn Xelef û 9 sivîlên din di hemû medyayên civakî de hat belavkirin.   'Em bi bawerî û hêza xwe ya azadiyê şer dikin:’ Amara Rênas   Dewleta tirk û komên girêdayî wê bi pêkanînên xwe yên dijmirovî yên li dijî jinan berdewam dikin. Piştî Hevrînê, senaryoya êrîşkirina li bedena Barîn Kobanê dubare dibe. Di 21'ê Cotmehê de li navçeya Çelebiyê ya girêdayî Kobanê komên çete êrîş dikin û şervanên YPJ/YPG'ê di çarçoveya mafê parastin a rewa de bersiv didin. Şervana YPJ'ê Amara Rênas di encama pevçûnan de jiyana xwe ji dest dide. Komên girêdayî dewleta tirk li dijî bedena Amarayê rêbazên Çeteyên DAIŞ'ê bi kar tînin û bi bedena wê dilîzin. Çete bi gotinên "Xwedê mezin e", "Cenazeyên berazên PKK'ê" û "Fahîşeyên Kurd di bin lingên çekdarên me de ne" dîmen digirin û parve dikin.    'Em bi bawerî û hêza xwe ya azadiyê şer dikin'   Amara Rênas bi navê xwe yê nasnameyê Ezîze Celal ku di sala 2015'an de ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û cihê xwe di nava refên YPJ'ê de digire. Amara beşdarî pêngavên tunekirina Çeteyên DAIŞ'ê ji bajarên Minbic, Tebqa û Dêrezorê  dibe. Dema ku di 2017'an de Amara li eniyên pêş yên pêngava Bagera Cizîrê a rizgarkirina Dêrezorê ye, rojnemeya Yenî Ozgur Poltîka roportaj jê digire. Amara wiha dibêje: "Ji bo me pir girîng e ku jin ji koletiyê rizgar bibin. Em bi bawerî û hêza xwe ya azadiyê şer dikin. Ji bo vê em canê xwe didin. Dayikên ku rizgar dibin bi girî ber bi me ve dibezin û dibêjin, " Xwedê ji we razî be, we em ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin". Piştî pêngavê jî em ê şerê li dijî hişmendiya DAIŞ'ê ku jinan kole dike bidomînin."    Di vê çarçoveyê de siyasetmedar Bêrîvan Hesen ji ajansa me re nêrînên xwe parve kir.   'Ji hêza jina Kurd ditirsin'   Bêrîvanê di destpêkê de behsa işkence û lîstina bi bedenên jinan kir û wiha got: "Rê û rêbazên êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêwaz û kiryarên Çeteyên DAIŞ'ê tînin bîra me. Bi taybet jî kiryarên ku jinan hedef digirin. Di berxwedana Kobanê de çeteyên DAIŞ'ê bi pêşengiya şervanên YPJ'ê têk çûn. Loma jî dewleta tirk û çeteyên wê dixwazin bi rê û rêbazên cuda tola xwe ji jinên Kurd hilînin. Îsbata vê jî êrîşa li dijî bedena Barîn Kobanê li Efrînê û niha jî armanckirina Hevrîn û işkencekirina Amarayê ne. Şêwazê van êrîşan ku bedena van jinan hedef girt, tirsa dijmin ji hêza jinên Kurd nîşan dide. Herî dawî jî êsîrkirina şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê ji aliyê komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ku îro ji raya giştî tevahî re êdî eşkere bûye ku dewleta tirk raste, rast çeteyên DAIŞ'ê ji nû ve zindî dike. Şêwazê girtina Çîçek Kobanê, gefên lê tên xwarin, kêfxweşiya çeteyan a ku wê dema digirin nîşan dide ku zihniyeta çeteyên DAÎŞ'ê dîsa tê xwestin ku bê zindîkirin."   'Dewleta tirk dixwaze jinan dorpêç bike'   Bêrîvanê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em ji tevahî cîhanê re û bi taybet kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide dibêjin ku hûn jî xwedî li vê şoreşê derkevin û cihê xwe di nav de bigirin. Ji bo azadiyê, bi hezaran jinên leheng canê xwe kirin mertal, îro jî bi bedana wan a pîroz tê lîstîn. Hevrîn, Amara û Barîn şehîd ketin li şûna wan bi hezaran keçên Kurd cih digirin. Dewleta tirk dixwaze bi van êrîşan jinan ji qada leşkerî û siyasî dûr bixin û wan di çarçoveyeke teng de dorpêç bikin. Lê dema ku şervan û siyasetmedarên me soza xwe ya ji bo parastin û azadiya welat dan dizanîbûn ku wê êrîşên ewqas dijwar û hov li pêşiya wan bin."   'Hebûna jinên têkoşer mîsogeriya serkeftina me ye'   Bêrîvanê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku tu mafên dewleta tirk di welatê me de tune ye, wê serkeftin ya şoreşa me be. Divê em weke gelê tevahiya Sûriyeyê bi taybet jî jin, hêza xwe li hember vê dagirkeriyê bikin yek. Ew jinên ku bi bedenên wan hat lîstin temsîla me hemûyan dikin. Ew pêşengên me ne ku em ê her tim xeta wan ji xwe re bingeh bigirin. Ji ber vê jî baweriya me mezin e ku heta jin  û şervanên wiha hebin û canê xwe gorî vê axê bikin, wê serkeftin a me be."