Gulnaz Osman: Sûcên mirovahiyê divê neyên qebûlkirin 2019-10-29 09:03:47   Ronîda Hacî - Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Endama Rêvberiya Kongreya Civaka Îslama Demokraît Gulnaz Osman diyar kir ku komên girêdayî dewleta tirk li dijî ola mislimantiye ne û got: "Qetilkirin û komkujî sûcekî mirovî ye."   Artêşa tirk û komên girêdayî wê, di 9’ê Cotmehê de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di encamê de bi sedan sivîl şehîd û birîndar bûn. Têkildarî vê mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Gulnaz Osman nêrînên xwe anî ziman.   'Dewleta tirk ola islamê reş dike'   Gulnazê diyar kir ku ola islamî, oleke aştîxwaz e û wiha domand: "Dewleta tirk a dagirker di destpêkê de bi navê DAIŞ'ê ku bi ola islamî bang dikirin, êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Komkujî û qirkirin li ser gel pêk anîn, niha jî operasyonek bi navê 'Kaniya Aştiyê' daye destpêkirin. Êrîşî sivîlan dike, kuştin û revandin di derheqê jin û zarokan de pêk tîne. Di ola islamê de ev kiryar guneh û sûcekî mirovî ye, tu girêdana dewleta tirk, çeteyên DAIŞ'ê û El-Nisra bi olê Islamê tune ye."   'Ola islamê banga aştî û wekeheviya li dijî xwînrijandinê ye'    Gulnazê da zanîn ku komkujî û qirkirina dewleta tirk sûcekî mirovî ye û wiha pê de çû: "Ola islamê banga wekhevî û aşîtiyê ye. Li dijî xwînrijandinê ye, lê îro dewleta tirk bi navê islamê hemû talanî û xerabiyê dike. Bila cîhan bizanibe ku qirkirin û komkujiyên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ya di derheqê jin û zarokan de dike, sûcekî mirovî ye. Sûcên mirovahiyê divê neyên qebûlkirin."   'Gunehê zarokan çi ye?'   Gulnazê kiryarên artêşa tirk a di derheqê zarokan de dike, şermezar kir û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Ma gelo gunehê zarokan çi ye? Ma zarok çek hildane û êrîşî xaka tirkiyê kirine? Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê hemû hovîtiyê li ser zarokan dimeşîne, hemû çekên giran û qedexekirî pê zarokan bombebaran dike. Li pêşiya hemû cîhanê kiryarên xwe yên bê exlaqî dike, bêdengiya wan şermek pir mezin e."   Gulnazê bang li saziyên mafê mirovan kir ku rê li ber reşkirina ola islamê bigirin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Reşkirina ola islamê sûceke bê exlaqî ye. Pêwist e ceza were xwestin."