‘Em ê li dijî êrîşên li hember jinan bêdeng nemînin’ 2019-10-29 09:14:29   Rengîn Azîzoglu   RIHA - Endama damezerîner ya Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê Sevînç Ozîpek diyar kir ku komele di 15 salên xwe de jî xebatên xwe dimeşîne û wiha got: “Di van pêvajoyan de êrîşên li hember jinan zêde ne. Li dijî êrîşan sekna me armanca hebûna me ye. Em wek komele li dijî her cureyê êrîşê bêdeng namînin û têdikoşin.”   Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê di 2004’an de li Rihayê hat avakirin. Bi armanca ku hişmendiya jinê bilind bikin, jin îradeya xwe derxe holê û xwe îfade bike ev 15 sale xebatan dimeşîne. Endama damezrîner ya komeleyê Sevînç Ozîpek der barê komele û xebatan de axivî.   ‘Em pirsgirêkan tespît dikin û xebatan dimeşînin’   Sevînçê bi lêv kir ku di 2003’an de bi jinan re hatine cem hev û gotine ‘em dikarin çi bikin, em dikarin modelek rêxistinê ya çawa pêş bixînin’ û got: “Di encama nîqaşan de em wek însiyatîfa jinan xebitîn. Her çû em zêde bûn. Ji her alî jin hatin. Ji ber hewcedariya Rihayê bi vê hebû. Fikra ‘em ê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Em ê gotina xwe bêjin’ li Rihayê kelecanek cidî afirand. Di 2004’an de me bi awayekî fermî komele ava kir. Li ser vê zêdetir jin hatin. 14 sale tevî ku em komeleyek in, ferasetek me heye û em pirsgirêkan tespît dikin û xebatan dimeşînin.”   ‘Ji her alî jin tên’   Sevînçê destnîşan kir ku di sohbetên ku bi jinan re dikin û di xebatên li taxê de dîtine ku hewcedariya jinan bi piştgiriya derûnî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev ji bo komeleyeke jinan a serbixwe gelek girîng e. Me wek komele nêzî du salan xebatên piştgiriya hiqûqî û derûnî meşand. Em li ser gelek qasan bûn xwedî agahî. Ji her alî jin hatin. Riha cihekî wek qutiye û hewcedariyek cidî pê hebû. Di encama vê xebata me ya li ser projeyekê hat meşandin de di sê salan de nêzî 600-700 jinî serlêdan kir. Bûyerên weke ensest, di temenê biçûk de zewicandin, karkeriya demsalî û her wekî din gelek zêde bûn. Em bi taybet li ser van nokteyan sekinîn.”   ‘Divê me alternatîf pêş bixista’   Sevînçê got li ser hewcedariyan fikara avakirina modelek der barê îstîhdamê de jî derketiye holê û ev tişt bi lêv kir: “Em li dijî binpêkirina keda jinê ne. Ji ber vê pirsa ‘em dikarin çi bikin’ derket holê. Me hewcedarî bi afirandina hilberandina alternatîf dît. Di 2011’an de di xebata me meşand de min projeya ‘kîlera jinê’ ya ku projeya Yekitiya Ewropayê bû nivîsî. Xebata ku nêzî salekê hat meşandin, 40 jin tevlî bûbûn. Me piştgiriya derûnî, perwerde û hiqûqî da jinan. Piştî proje qedya me Koperatîfa Jinan a Mezopotamya ava kir. Jinan 4 salan di vî alî de têkoşînên cidî dan. Piştî hinek zor û zehmetiyan li Hewegê faliyet didomin. Jin berhemên xwe bixwe difroşin.”   Sevînçê her wiha ev tişt anî ziman: “Me di van pêvajoyan de zor û zehmetiyên ku hemû alî dijîn, jiya. Zehmetiyên saziyek jinê zêdetir e. Desthilatdarî dizane ku jin li dijî neheqiyan bêdeng namîne. Ji ber vê jî dixwazin dengê jinê bibirin. Li hember me êrîş pêk hatin. Em hatin asta ku nikaribin faliyetan bimeşînin. Jin tên qetilkirin, em nikarin daxuyaniyan bidin. Me dixin bin dorpêçê û dixwazin li dijî civakê me îlegalîze bikin. Lê tevî her tiştî xebatên me didomin.”   ‘Komeke muzîkê ya ji 14 kesî pêk tê hat avakirin’   Sevînçê bal kişand ser xebatê niha dane destpêkirin û got: “Me projeyek li ser navê ‘jinên di rihê muzîkê de tên cem hev’ nivîsî. Me komek muzîkê ya ji 14 kesî pêk tê ava kir. Jin wê saz, erbane û estrumanên din lê bidin û bi zimanên cuda stranan bêjin. Di encama xebata salekê de em konserek mezin difikirin. Em wek Komeleyê wê li dijî her cureyên êrîşên li hember jinê bêdeng nemînin û têkoşîna xwe bidomînin.”