‘Şerê ku em jê reviyan dîsa rastî me hat’ 2019-10-29 09:15:38   MÊRDÎN - Di operasyonên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Nisêbîna Mêrdînê jî ji ber bajarekî sînor e, nisîbê xwe ji vê girt. Li Nisêbînê di 11’ê cotmehê de di encama ketina topa hewanê de Hasan Muhammed yê Sûriyeyî jî jiyana xwe ji dest dabû. Hevjîna Hasan Muhammed, Nudem Hecî diyar kir ku şerê ku jê reviyan piştî salan şûnde dîsa ew dîtine.   Di operasyonên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, li Nisêbîna ku di sînorê sifir yê Qamişloyê de ye, di 11’ê cotmehê de li taxa Yenî Turan li ser hev teqîn pêk hatibûn û 9 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û 35 kes jî birîndar bûbûn. Yek ji van kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dabû Hasan Muhammed yê ji Rojava bû. Hevjîna wî Nudem Hecî diyar kir ku hevjînê wê di teqîna sêyemîn de ku dema alîkarî dida birîndaran jiyana xwe ji dest daye û got ji bo ku zêdetir mirov nemirin divê ev şer raweste.   Di 5 salan de 5 şer dîtin   Nudem Hecî 5 sal berê ji bajarê Dêrik ê Rojava bi malbata xwe re hat Nisêbînê. Li Nisêbînê di dema qedexeyan de bi şerekî nû re hatin rû hev. Piştî pevçûn hatin destpêkirin ji vir çûn Mîdyatê. Malbatê di vê pêvajoyê de bi karên li înşatê debara xwe kirin û piştî 4 mehan şûnde dîsa çûn Nisêbînê.   ‘Hevjînê min dema alîkarî dida birîndaran mir’   Nudemê destnîşan kir ku hemû malbata wê li Sûriyeyê ye û wiha got: “Ez hevjînê min, du zarokên xwe û birayê hevjînêmin hatin vir. Li vir dema qedexeyan de em neçar man ji vir derkevin. Piştî pevçûn qediyan em dîsa hatin. Çend sal piştî vê dîsa şer derket. Keça min li vir hat dinê. Me gelek şer dîtin. Wê rojê dema pevçûn çêbû, hevjînê min ji bo xwişka xwe bigire hat vir. Di teqîna yekem de tiştek bi kesî nehat. Di teqîna duyem de birîndar hebûn û hevjînê min jî ji xwişka xwe re dibêje ‘hûn biçin ez ê bêm’. Çûye alîkariya birîndaran. Di wê navberê de teqîna sêyemîn çêbû û li wir jiyana xwe ji dest da.”   ‘Şerê ku em jê reviyan dîsa em dîtin’   Nudemê di berdewamiyê de bi lêv kir ku piştî teqînê li hevjînê xwe geriyaye lê agahî jê negirtiye û piştre bi zarokên xw re çûye gund û wiha got: “Em çûn gund. Hevalek li me geriya û got hevjînê te li vir e. Em çûn nexweşxanê nîşanî me nedan. Piştre dan me û me defin kir. Em ji wir ji şer reviyan, lê li vir jî em bi bombeyan hatin kuştin. Li her derê şer û mirin heye. Em ji cihekî direvin li wir jî şer heye. Gelo wê heta ku derê wisa bidome. Hevjînê min li vir mir. Li aliyê din yê sînor jî malbata min di bin bombeyan de ye. Divê ev şer demildest bi dawî be. Em ê hîna heta ku derê bimirin. Êdî bes e.”