Li Hevseroka Koma Partiya Çep ji ber ala PKK'ê parve kir ceza birîn 2019-10-29 12:53:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Koma Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr ji ber ku nivîsa ‘Bila qedexeya li ser PKK’ê were rakirin’ û ala PKK’ê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir, 4 hezar û 500 eûro ceza hate birîn.   Hevseroka Koma Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr ji ber qedexekirina çalakiyên PKK’ê yên li Elmanyayê di 27’ê Mijdara 2017’an de li ser hesabê xwe yê twîtterê gotibû ‘Bila qedexeya li ser PKK’ê were rakirin’. belav kir ceza hat birîn.   Piştî lêpirsînê li Cansû a ji Partiya Çep 4 hezar û 500 eûro ceza hatibû birîn. Ji ber ku Cansu pere neda, ceza bûbû Hezar û 500 eûro. Herî dawîn doza Cansû li Dadgeha Îdareyê ya Hambûrg û Altonayê hate kirin. Di rûniştinê de Cansû diyar kir ku wê tu sûc nekiriye û xwest qedexeya li ser PKK’ê were rakirin. Lê piştî rûniştinê dadgehê 4 hezar û 500 eûro ceza li Cansûyê birî. Cansû  diyar kir ku wê îtîrazî biryara dadgehê bike û diyar ku wê daxwaza xwe ya ‘Bila qedexeya li ser PKK’ê were rakirin’ bidomîne.   Di salên dawîn de yekîneyên ewlehî û darizandinê yên Elmanyayê li dijî kesên ku sembolên tevgera azadiyê ya Kurd par ve dikin, lêpirsînan dide destpêkirin. Di 2’ê Adara 2017’an de Wezareta Karên Derve giştîname şandibû 16 eyaletan û di giştînameyê de hatibû diyarkirin ku YPG, YPJ, PYD jî di nav de hemû wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û sembolên tevgera azadiyê ya kurdan hatine qedexekirin.