Şer û pevçûn giran e 2019-10-29 13:31:24   HESEKÊ - Şer û pevçûn li gundewarê Serêkaniyê giran e.   Li gundê Babil Xêr, Babil Ferec, Dawudiyê, Ûmil Xêr, Um Işbê, Ûmerit û Inegil Hawa ya girêdayî navçeya Zirgan a  Serêkaniyê şer û pevçûnek giran berdewam e.    Li gundê Inegil Hawa şerekî pir germ tê jiyîn. Şervan û gelê herêmê li hember artêşa tirk û hevkarên wê berxwedanek pir mezin didin.