ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-31 09:00:00   *Jina bi navê E.M a ji kantona Şehbayê diyar kir ku hevjînê wê bi nezanî ketiye nava çeteyan û êdî nikaribû jê xilas bibe û got: “Çeteyên DAIŞ’ê bi rêya dermanên qedexekirî û perwerdeyên olî yên ku bi navê ‘Tobê’ tên dayîn bandorê li ser welatiyên weke hevjînê min nezan dikin û tevlî xwe dikin.” DÎMEN HEYE   *Zarokên dibistanên Taxa Şêx Meqsud a Helebê ji bo zarokên Herêma Cizîrê gotin: "Em naxwazin tiştên ku li Efrînê hatiye serê me li Cizîrê dubare bibe. Em dixwazin zarokên Cizîrê vegerin dibistanên xwe û di nava aramiyê de bijîn.”DÎMEN HEYE   *Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir derbarê lihevkirina Destûrê Sûriyê de ku di 1'ê Mijdarê de wê were lidarxistin nirxandin kir. Gulîxanê got:"Pêwîst e NY ji xwe şerm bike. Gelekî ev 8 sal in li dijî DAIŞ'ê mal û rihê xwe dan. Îro wan tevlî destûrê nake û mafê wan naparêze."DÎMEN HEYE   *Endama Koordinasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hêvî Silêman di derbarê destdirêjiya dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser jinan tê kirin axivî û got: "Êrîş û kiryarên ku li Efrînê pêk hatiye îro li Rojhilatê Firatê xwe dubara dike û jinan hedef digire. Dewleta tirk destkeftiyên jinan bi dest xistine hedef digire û dixwaze gelê Rojava tune bike." DÎMEN HEYE   * Jinên Şengalê derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava nirxandin. Jinan di heman demê de bal kişandin ser kuştina serçeteyê DAÎŞ'ê El Baxdadî û wiha gotin:"Şervanên QSD'ê bi kuştina Bexdadî tola jinên Êzidî û hemû jinên cîhanê hilda. Loma Rojava kela berxwedanê ye. Dilê me dê her bi Rojava re be." DÎMEN HEYE   *Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, diyar kir ku li Sûriyeyê şerê cîhadê winda kiriye û îhtîmala ku hikûmeta Sûriyeyê di nokteya çareseriyê de bi Kurdan re li ser maseyê rûne bilind e. Hamîdeyê bal kişand ser kuştina Lîderê DAIŞ’ê Ebubekîr Elbagdadî û di demek nêz de wê têkiliya Tirkiyeyê ya bi terorê re bê pirsîn.DÎMEN HEYE   *Li Nisêbînê piştî qedexeyên derketina derve şûnde, ji ber pevçûnên hatibûn jiyîn 6 tax hatibûn hilweşandin û avahiyên TOKÎ hatibûn çêkirin. Malbatan di mehên borî de bar kiribûn xaniyên xwe. Jinan tenûrên xwe yên ku hatibûn hilweşandin, bi destên xwe ji nû ve çêkirin. DÎMEN HEYE   * Jinan diyar kirin ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê didome, welat ber bi karasetê ve biriye û got: “Mirovan berê pîşe ji bo xwe difikirîn. Niha dibêjin em ê sibehê çi bixwin. Tirkiye li şûna êrîşê axa welatekî din dike, bila pirsgirêkên xwe çareser bike.”DÎMEN HEYE   *Sekretera Şaxa ÎHD’a Edeneyê Zelal Demîray bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li hember girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê û got: “Girtiyan li salona hevdîtinê, bi endamên rêxistina wek DAIŞ û El Kaîdeyê re tînin gel hev û hewl tê dayîn zemîna lihev sor bikin ava bikin. Li dijî mafê hevdîtina vekirî ya girtî û malbatan êrîşek mijara gotinê ye.”DÎMEN HEYE   *Endama SES’ê Yekta Yildiz li ser nexweşî, pêvajoya teşhîs û tedawiyê rawestiya û got: "Ji bo tenduristiyeke baş divê mirov di serî de laşê xwe baş nas bike û li gorî wê tev bigere. Ji bo jiyaneke tenduristî werzîş, paqijî û xwarîn û vexwarîn girîng e. Her wiha pêvajoya teşhîs û tedawiyê jî wekî hemû tiştan girîng e."DÎMEN HEYE