Li Sîdekanê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin 2019-10-31 10:40:05   HEWLÊR - Li bajaroka Sîdekan a  herêma Biradost ji bo xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  kampanya alîkariyê hate destpêkirin û ew ê hefteyekê berdewam bike.   Li Başûrê Kurdistanê kampanyayê komkirina alîkariyê ji bo xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  berdewam dike. Di vê çarçoveyê de li bajarokê Sîdekan a Hewlêrê ji bo kampanya komkirina alîkariyê hate destpêkirin. Ji bo kampanyayê kon hate vedan  û wê hefteyekê berdewam bike.