Artêşa Tirk li gundê Siwêtiyê welatiyek qetil kir 2019-11-01 13:35:18   HESEKÊ - Duh êvarî Artêşa dewleta tirk êrîşî gundê Siwêtiyê yê ser rêya Til Temir û Serêkaniyê kir, di êrîşê de welatiyê bi navê Ebdulezîz Salih hat qetilkirin.    Li gundê Siwêtiyê yê navbera bajaroka Til Temir û navçeya Serêkaniyê duh êvarî Artêşa Tirk êrîş kir. Di êrîşê de welatiyê bi navê Ebdulezîz Salih ê  45 salî jiyana xwe ji dest da.