Êrîşên Artêşa tirk berdewam dikin 2019-11-03 10:59:44   HESEKÊ - Artêşa tirk bi çekên giran, obîs û tangan êrîşî gundê Serêkaniyê û Tiltemirê dike.   Artêşa tirk û hevkarên wê bi obîs û tangan êrîşî gundê Esediyê, Babî Ferec,  Mezra , Til Hermel yên girêdayî navçeya Zirganê ya Serêkaniyê dikin. Her wiha êrîşên artêşa tirk û hevkarên wê li ser gundê Mahmudiyê jî berdewamin.   Herwiha hat ragihandin ku artêşa tirk û hevkarên wê di heman demê de bi tang, obîs û çekên giran êrîşî gundê Kasimiyê yê girêdayî Til Temirê jî dikin.   Li van herêman şerekî pir dijwar heye.