'Bi pereyên xwe, xwe nekujin' 2019-11-04 14:34:31   QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Saziya civaka sivîl û Mamosteyên bajarê Qamişlo ji bo kel û pelên dewleta tirk boykot bikin bi dirûşmeya "Kel û pelên dewleta tirk boykot bikin" belavok ji dukandar û şêniyên bajarê Qamişloyê belav kirin.    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca boykotkirina kel û pelên dewleta tirk dest bi hemleya boykotkirinê kirin. Îro jî li bajarê Qamişloyê Saziya civaka sivîl û mamosteyên bajarê Qamişloyê daketin qadan û bi dirûşmeya "Kel û pelên dewleta tirk boykot bikin" belovak ji şêniyên bajarê Qamişloyê û dukandaran belav kirin.    Di belavokê de ev yek hatibû nivîsandin:    Em ê xwarina dagirkeriya tirk nexwin   Her bazirganiyek bi dagirkerê re, dibe fişek ji bo kuştina Kurdan   Kirîna her kel û pelên tirkan, kuştina zarokekî kurd e   Bi pereyên xwe, xwe nekujin   Berhemên tirkan, bêhna xwînê jê tê   Bombeyên fosfor bi pereyên te tên kirîn."   Di dawiyê de şêniyên bajarê Qamişloyê helwestê xwe dane diyarkirin ku ew ê kel û pelên  dewleta tirk nekirin ji ber ew pere dibe fişek û zarokên wan qetil dikin.