Li Şengalê Komkujiya Parîsê hat şermezarkirin 2020-01-10 12:10:39   ŞENGAL - Li Şengalê, bi pêşengiya  TAJÊ û  YJCÊ’ bi civîn û daxuyanekê, 7’emîn salvegera komkujiya Parîsê hat şermezarkirin. Di civîn û daxuyaniyê de soza mezinkirina tekoşînê hat dayîn.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) derbarê 7’emîn salvegera komkujiya Parîsê civîn li dar xistin û daxuyanî dan. Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Ne-am Eliays wiha got:"Sakîne û rêhevalên xwe li dijî zihniyeta qirker her dem li berxwe dan. Ew ê her dem rêya me ronî bikin."   Piştî civînê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her sê jinên têkoşer Sakine, Leyla û Fîdan bedelên giran di oxira têkoşîna ji bo azadiyê de dane û ew çîrûska ronahiya azadiyê ne.