Kesên di tekneya binav bû de ji Qamişloyê ne 2020-01-13 14:36:35   ÎZMÎR - Kesên di tekneya li Çeşmeyê binav bû de jiyana xwe ji dest dan ku 8 kes jî wan zarok bûn û bi giştî 11 kes bûn hat diyarkirin ku ji Qamişloyê ne.    Li peravê navçeya Çeşme ya Îzmîrê tekneyek koçberan bi nav bibû û di encamê de  8 jê zarok 11 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Hat ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dane ji gundê Sîha Mezin ê girêdayî bajarê Qamişloyê yê rojavayê Kurdistanê ne.    Hat ragihandin ku 11 kesên ku jiyana xwe ji dest dane yek jê jî pitika 6 mehî ye.