Ji bo bîranîna berxwedêrên komkujiya Til Rifetê daxuyanî hat dayîn 2020-01-13 15:26:03   ŞEHBA - Ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Til Rifetê, Kongreya Star a herêma Efrînê li bajaroka Til Rifetê daxuyaniyek da.   Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Til Rifetê daxuyaniyek hat dayin. Di daxuyaniyê de Meclîsa Kantona Efrînê, Meclîsa Til Rifetê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, malbatên şêhidên Til Rifetê û sazî û dezgehên civaka sivîl amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Komkujiyên we nikare xeyalên pêşeroja me bi dawî bikin" û wêneyên şehîdên Til Rifetê hatibûn hildan.    Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Abdo ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha bû: "Dema mirov behsa komkujiyan dike, yekser dagirkeriya dewleta tirk tê bîra mirovan. Bi destê dewleta tirk komkujiyên mîna Geliyê Zîlan, Newala Qeseba, Meraş, Roboskî, Şengal, Til Rifetê û gelek komkujiyên din hatine kirin. Gelê Efrînê ji ber hovîtiya dewleta tirk bi darê zorê berê xwe dan Şehbayê. Lê dewleta tirk dîsa êrîş û hovîtiya xwe li ser gel tîne. Bêriya 40 rojî  dewleta tirk komkujiyek di derheqê zarokan de pêk anî. Di encama komkujiya Til Rifetê de 8 zarokî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi dehan zarok birîndar bûn.   Weke gelê Efrînê û Meclîsa Kantona Efrînê em bêdengiya dewleta Sûrîyeyê ya li hember destdirêjiyên dewleta tirk a ser xaka Sûriyeyê û dewleta Rûsya ku bûbû şahidê vê komkujiyê û li hember van kiryaran  bêdengiya xwe nîşan dan, şermezar dikin. Her wiha bangewaziya me ji bo hemû dewletên navneteweyî bi taybet ên ku qaşo mafên mirov û zarokan diparêzin, ew e ku bila êdî çavên xwe li hember van kiryarên dijmirovatî vekin. Bila çete ji ser axa me biçin."   Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.