ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2020'Î 2020-01-14 09:00:00   *Yek ji nexweşiyên herî belav û xetere penceşêra memikan e, ji 8 jinan jinek nexweşiya penceşêra memikan hildigire. Endama SES'ê Yekta Yildiz diyar kir ku ku êdî tedawiya nexweşiyê hesantir e û lê ji bo tedawiyeke baş divê teşîseke zûtir bê dayîn. DÎMEN HEYE    *Ji Koordinasyona Kongreya Star a navçeya Ehrezê Emîne Dingilî di derbarê berxwedana gel a 58 rojan a li Efrînê ya li hember êrîşên dewleta tirk ku niha jî dewam dike de wiha got: " Jinên Efrînê soz dabûn ku çekên Erdogan wê nikaribe berxwedana wan bişkîne. Erdogan bi çekên kimyewî êrîşî gel kir û bi wan çekan mala gelê Efrînê hilweşand. Tevî hemû zext û êrîşan gelê Efrînê hîn li berxwe didin. "  DÎMEN HEYE    * Jina bi navê Şema Salih a ku li Gundê Til Mexasê dimîne da zanîn ku jiyana wê her dem bi koçberiyê derbas bûye. Şemdayê diyar kir ku ew li ser axa xwe bûye koçber û got têkoşîna wê ya ji bo berdewamiya jiyanê didome.  DÎMEN HEYE    *Li taxa Heskîfê ya Bazidê, şêniyên taxê ji bo çalên derdora çeman ku 3 sal berê hatin vekirin, bên girtin, îmze kom kirin û serî li DSÎ'yê dan. Şêniyên taxê wiha gotin: “Em dixwazin bersivê bidin me û çalên derdora çem bên girtin.” DÎMEN HEYE    * Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dîlşat Canbaz, diyar kir ku desthilatdarî bi girtina deriyên Îmraliyê xwe ber bi dawîbûnê tîne û got: “Her gotina Birêz Ocalan ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê û Rojhilata Navîn girîng e. Lê Tirkiye deriyê çareseriyê ji bo Rojhilata Navîn digire.” DÎMEN HEYE    * Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (82) ku 24 sale girtiye, Selma Ozkan der barê rewşa bavê xwe de axivî û got: “Dewlet bi helwesta tolgirtinê nêzî bavê min dibe. Saziya Tipa Edlî tevî temen û nexweşiya bavê min dibêje ‘dikare di girtîghê de bimîne’. Ev biryarek siyasî ye. Temenê wî di girtîgehê de derbas bû. Çend meh jiyana wî maye, qe nebe bila vê pêvajoyê ligel me bijî.”   *Sevgî Gulmez a ku ji dema çavên xwe ji cîhanê re vekiriye heta niha nikare bimeşe, piştî pirtûka xwe ya ‘Ji bo cîhaneke ku astengî lê tunebe: Navê min Sevgî’ şûnde niha pirtûka xwe ya duyemîn amade dike. Sevgî wiha got: “Armanca min ev e ku ji bo astengdaran bibim ronahî, nîşanê wan bidim ku ew ne astengdar in.”  DÎMEN HEYE    *Perwerdekara Kurdî Saliha Ayata ya ku beşdarî Tora Ziman û Çanda Kurdî bû wiha got:"Jin, mêr, pîr, zarok hemû kesên ku ji xwe re dibêjin 'Em Kurd in' divê xwedî li Kurdî derkevin." Rojnameger Selamet Turan jî wiha got:"Ez bang li hempîşeyên xwe dikim ku peywira xwe ya di qada kurdî de baş bikin." DÎMEN HEYE