'Kesên ku dibêjin em Kurd in divê li Kurdî xwedî derkevin' 2020-01-14 09:10:27   AMED - Perwerdekara Kurdî Saliha Ayata ya ku beşdarî Tora Ziman û Çanda Kurdî bû wiha got:"Jin, mêr, pîr, zarok hemû kesên ku ji xwe re dibêjin 'Em Kurd in' divê xwedî li Kurdî derkevin." Rojnameger Selamet Turan jî wiha got:"Ez bang li hempîşeyên xwe dikim ku peywira xwe ya di qada kurdî de baş bikin."   Komxebata Tora Ziman û Çandan di 11-12'ê çileyê de pêk hat. Nêzî 300 kesî beşdarî civînê bûn. Piştre lijneya rêveberiyê ji 27 kesî hat avakirin. Piştî pêşniyaran navê Torê hat guhertin û bû 'Tora Ziman û Çanda Kurdî'. Lijneya rêveberiyê ya nû bi daxuyaniya ku da nexşerêya xwe bi raya giştî re parve kir. Rojnameger Selamet Turan û Perwerdekara Kurdî Saliha Ayata armanca komxebatê û nexşerê nirxandin.    'Kesên ku bi Kurdî dizanin hejmara wan kêm dibin'   Saliha anî ziman ku armanca komxebatê ew e ku zimanê kurdî bibe zimanê jiyanê yê rojane û wiha got:"Ne tenê dayik divê hemû kurd ji bo zimanê xwe têbikoşin. Kesên ku bi Kurdî dizanin hejmara wan kêm dibin. Loma em nîqaşa ka em ê çawa pêşî li vê yekê bigirin, dikin. Divê hemû kes li kurdî xwedî derkeve û bide jiyîn. Ji bo hebûna kurdan bi dawî bibe di her qadê de êrîş heye. Li ser zarokan jî gelek êrîş heye. Loma zarok bi awayekî azad nikarin biaxivin. Di komxebatê de li ser pirsgirêkên bi vî rengî nîqaş hatin kirin û ji bo çareseriyê jî pêşniyarî hatin kirin. "   'Ji bo Kurdî bibe zimanê nivîs û axaftinê divê em her di nava hewildanê de bin'   Rojnameger Selamet Turan wiha got:"Di komxebatê de 12 mase hatin avakirin. Ji bo zarokan jî mase hat avakirin û ji bo wan xebatên taybet hatin kirin. Her wiha rol û mîsyona rojnamegeran jî hat nîqaşkirin. Ji bo nêzîkatiya rojnamegeran a ji bo kurdî pêşniyar hatin kirin. Divê kurdî nekeve xizmeta siyasetê. Divê siyaset têkeve xizmeta Kurdî. Di hemû roportajên xwe de ez hewil didim ku bi Kurdî bidim.Divê hemû rojnameger vê yekê bikin. Ji bo Kurdî bibe zimanê nivîs û axaftinê divê em her di nava hewildanê de bin."