Di dema sirgunê de li girtiyan xistin 2020-01-14 09:47:22   AFYON - Hat hînbûn ku dema 5 girtî ji Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Afyonê sirgunî 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Afyonê hatine kirin, lêdan xwarine.    Hat hînbûn ku 5 girtiyên siyasî ji Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Afyonê sirgunî 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Afyonê hatine kirin. Li gor agahiyên ji xizmên wan hat bidestxistin dema girtî hatine sirgunkurin ji aliyê jandarmayê ve lêdan xwarine. Hat diyarkirin ku milê girtiyekî hatiye şikandin.