Ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî dewreya perwerdeyê hat destpêkirin 2020-01-14 16:09:13   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Sîlva Reşîd di derbarê perwerdeya mamosteyan de axivî û wiha got: "Pêşxistina zimanê kurdî bi armanca parastina nasnameya me ye. Em planên qirkirina zimanê kurdî têk dibin."   Bi dawîbûna werza yekem a dibistanan, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ji bo pêşxistina asta zimanê kurdî dewreyek perwerdeyê ji mamosteyan re vekirin. Dê ev perwerde heta 15 rojan dewam bike. Di dewreya perwerdeyê de waneyên wek bîrkarî, ziman, civak, jiyan û pedegojî tên dayîn. Têkîldarî perwerdeya mamosteyan Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Sîlva Reşîd axivî.   'Ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî dewreya perwerdeyê hat destpêkirin'   Sîlva di destpêka axaftina xwe de behsa perwerdeyê kir û wiha got: "Bidawîbûna werza yekem a dibistanan, bi pêşengtiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk dewreyek perwerdeyê ji mamosteyan re hat destpêkirin. Mamosteyên ku beşdarî perwerdeyê bûne hemû nû bûne mamoste. Erka mamosteyan ew e ku zarokan fêrî exlaq, dîrok û zimanê dayikê bikin. Armanca dijmin jî qirkirina zimanê dayikê ye, lê em ê ji bo çand û zimanê xwe her têkoşîn bikin."   'Hemû xebat ji bo parastina zimanê dayikê ye'   Sîlva diyar kir ku erka mamosteyan ew e ku derûniya zarokan fêm bikin û wiha pê de çû: "Dibistana navçeya Ehdasê ku di dema rejîma Sûriyeyê de ji bo cezakirina zarokan hatibû avakirin, lê bi hatina me, me cihê cezayê me veguheran cihê fêrbûnê. Erka yekem a mamosteyan ew e ku derûniya zarokan fêm bikin û ji şer dûr bixînin. Perwerde ji serê sibehê saet di 08:00'an dest pê dike heta 12:00'ê nîvro didome. Her wiha em li gel perwerdeya Zimanê Kurdî perwerdeya, bîrkarî, civak, jiyan û pedegojîyê jî didin mamosteyan. Hemû xebatê me ji bo parastina zimanê me ye. Em ê bi riya perwerdeyan planê dewleta tirk û çeteyên wê têk bibin."