Li Enqereyê li dijî jinên HDP'yî Operasyon: 5 kes binçav kirin 2020-01-15 11:37:06   ENQERE - Li Enqereyê di serdegirtinên malan ku vê sibehê hatin kirin de,  5 jinên rêveber hatin binçavkirin.   Li Enqereyê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de li dijî rêveberên navend û navçeyan ên HDP'ê operasyon hat destpêkirin û bi ser malan de hat girtin. Di encama serdegirtina malan ku hat kirin de 5 jinên HDP'yî hatin binçavkirin.    Jinên hatin binçavkirin navê wan wiha ye: "Rêvebera HDP'ê ya Bajarê Enqereyê Zelîha Unlu, Rêvebera HDP'ê ya Naveçya Mamakê Remziye Guçlu, Hevseroka berê ya navçeya Mamakê Lale Ekmen, Dayika Aştiyê Gulîstan Ozgan û Rêvebera Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan ya Navçeya Mamakê Husniye Kart e.