'Em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe tecrîda girankirî bişkînin' 2020-01-15 11:45:35   Hesna Muhamad   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên beşdarî çalakiya konvedana şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan bûne, axivîn û gotin: "Em ê komployên li ser Serok Apo bi rêya çalakiyên xwe vala derxînin û xeta berxwedan û tekoşînê li hemebr tecrîdê mezin bikin."   Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê konvedana xwepêşandanê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Em ê tecrîdê û faşizimê têk bibin, Netewa Demokratîk mîsoger bikin" li parka navçeya Ehdasê ya Şehbayê li dar xistin. Tevahî gelê Efrîn û Şehbayê tevlî vê çalakiyê bûn û nerazîbûnên xwe li hember tecrîda girankirî nîşan dan. Têkildarî vê mijarê jinên Efrînê nêrînên xwe parve kirin.   'Rêber Apo rêya azadiyê li pêşiya me vekir'   Koordinisiyona Kongreya Star a navçeya Ehdasê, Hesna Hesen di debarê armancên wan ji konvedanê re axivî û got: "Me wek Kongreya Star ji bo tecrîda li ser Rêber Apo konê xwepêşandanê veda. Hemû gelê Efrîn û Şehbayê beşdarî çalakiyê bûn. Em ê komploya ku li ser Rêber Apo tê meşandin bi rêya çalakiyên xwe bişkînin. Em li ser şopa Leyla Guven û hevalên wê dimeşin. Rêber Apo dîroka jin û rastiya wê da nasîn û rêya azadiyê li pêşiya me vekir."   'Azadiya Rêber Apo, azadiya jinan e'   Mamoste Zekiyê Bereket a ku tevlî çalakiya xwepêşandanê bûye axivî û wiha got: "Em bi navê mamosteyên KPC-Demokratîk tevlî çalakiya xwepêşandanê bûne ji bo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar bikin. Dewletên navneteweyî bi îxanetek mezin Serokê me dîl girtin, lê em  tu carî ranewestiyan heta ku Rêber Abdullah Ocalan azad bikin. Biryara me ya sereke azadiya Serok Apo ye ji ber ku azadiya wî azadiya jinan tevahî ye."   'Em ê tecrîdê bi berxwedan û tekoşîna xwe bişkînin'   Jina bi navê Henîfe Muhamad jî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha  got: "Em tecrîda li ser Serok Apo bi tundî şermezar dikin, em ê vê tecrîdê bi berxwedan û tekoşîna xwe bişkînin û pergala Îmraliyê hilweşînin. Em ê her li pey  fikir û felsefeya Serok Apo bin û em tu carî dev ji fikir û felsefeya wî bernadin."