Balafirên şer bombe li gundekî Şengalê barandin 2020-01-15 12:21:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî gundekî Şengalê yê Herêma Federal a Kurdistanê êrişa hewayî pêk hat.    Li gorî agahiyên hatin wergirtin, li dijî gundê Dîgurê yê bajarokê Sinûnê yê Şengalê êrişeke hewayî pêk hat. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku êriş ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatiye kirin. Agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.   Di 19'ê cotmeha 2019'an de bombe li qadên sivîlan ên li bajarokê Xanesorê yê Şengalê barandibû. 19'ê mijdarê jî bi balafirên şer ên bêmirov bombe li Xanesorê hatibû barandin û 5 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) birîndar bûbûn. Yek ji birîndaran piştre jiyana xwe ji dest da bû. Balafirên şer ên Tirk di êvara 5'ê mijdarê de jî 3 caran bombe li herêma Barê ya Şengalê barandibûn. Di bombardûmana 4'ê mijdarê de jî li Xanesorê 3 şervanên YBŞ'ê birîndar bûbûn.