Dê li Amedê "Komxebata Yekîtiya Neteweyî" bê lidarxistin 2020-01-15 17:20:05   AMED - Xebata Tifaqa Kurdistanî ku ji aliyê 9 partiyên kurd ve hat avakirin, dê li Amedê "Komxebata Yekîtiya Neteweyî" ku 2 rojan wê berdewam bike, dê li dar bixe.    Xebata Tifaqa Kurdistanî ku ji aliyê 9 partiyên kurd ve hat avakirin, li Amedê "Komxebata Yekitiya Neteweyî" ku 2 rojan wê berdewam bike, dê li dar bixe. Dê komxebat di navbera 18-19'ê çileyê de li otoleke navçeya Sûrê bê kirin. Di komxebatê de 2 rojan li ser 3 mijaran nîqaş bên kirin.     Di roja yekemîn a komxebatê de, wê ji bo modela yekitiya neteweyî, li bersiva pirsên mîna "Meclisa neteweyî" ya "kongre" ya jî "Eniya demokratîk" bê gerandin. Li ser lêgerînên modela mayînde dê, bê sekinandin.   Di roja duyemîn a komxebatê de jî di rêya mayîndekirina tifaqa neteweyî de derbaskirina pirsgirêk û astengiyên li pêşiya pêkhatina hevparbûna nirxên neteweyî bên nîqaşkirin.    Di roja sêyemîn a komxebatê de jî dê nexşerêya Xebata Tifaqa Kurdistanî ya li hemberî êrîşên li dijî destkeftiyên kurdan ku zêde dibin bê diyarkirin.     Di tifaqê de Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (AZADÎ), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Şoreşger û Demokratîk a Kurd (DDKD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partîya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokrat a Kurdistanê (PDK), Partiya Demokrat a Kurdistanê -Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî cih digirin.