ROJEVA 16'Ê ÇILEYÊ YA 2020'AN 2020-01-16 09:00:00   *Jinên Efrînê yên ku di Berxwedana Serdemê de bi têkoşînek mezin seferber bûne, axivîn û gotin: "Me jî wek dayikan çek rakiribû. Em li pişt hêza xwe ya me diparast bûn û li dijî dewleta tirk û çeteyên wê me şer dikir. Me li dijî dagirkeriya dewleta tirk, bi zarokên xwe re bi yek rihî parastina ax û rûmeta xwe dikir." DÎMEN HEYE   *Jinên bajarê Dêrîkê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser tevahî pêkhateyan e. Ji bo wê pêwist e hemû kesên cîhanê rabin ser piyan û tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin." DÎMEN HEYE   * Li dijî polîtîkayên bişaftinê jinên Cizirê bang li malbatan kir û gotin: "Bila malbatên kurd li malên xwe bi kurdî biaxifin û zarokên xwe hînê zimanê dayikê bikin. Em dikarin bi axaftinê xwedî li zimanê xwe derkevin." DÎMEN HEYE   *Girtiya nexweş Sitî Goren tevî nexweşiya xwe ya giran  saleke û du meh in li girtîgehê têkoşîna jiyanê dide. Kurê Sitiyê bang li komeleyên mafên mirovan kir ku dayîka wî rizgar bikin.    *Hevserokên sendîkayan bertek nîşanî mûçeyê asgarî û zemên tên kirin, dan û gotin: “Bêyî ku şerm bikin dibêjin mizgîniya me ji we re heye. Qerfên xwe bi kedkaran dikin. Welatî êdî nikarin hewcedariyên xwe jî bigirin. Hevalên îxrac bûne nikarin nan bibin mala xwe. Ger riyek neyê dîtin wê kaosa aborî zêdetir bibe.” DÎMEN HEYE   *Ceylan Ozuster a ku di temenê biçûk de hat zewicandin û rastî şîdeta sîstematîk hat, diyar kir ku 38 sal berê hevjînê xwe winda kiriye û got: “Ez xwe azad hîs dikim. Ez ketim rehetiyê. Di vê rehetiyê de dîsa zewac kêmaqilî ye. Divê jin mêran wek cihê starbûnê nebîne. Divê jin bixwe bisitirin.” DÎMEN HEYE   *Hevalên Gulîstanê yên zanîngehê diyar kirin ku heta hevala wan neyê dîtin wê têkoşîna xwe bidomînin û gotin: “Wek Gulîstanê bi dehan bûyerên wisa hene. Ev mijarek mirovahî û wijdaniye. Divê em jin bibin yek. Ji bilî me jinan, tu cihekî ku em lê bisitirin tune.”  DÎMEN HEYE   *Şaredariya Panosê ya Agiriyê ji ber mîlyonan deynê ku şaredariya AKP’ê hiştiye, wesayîtên wê ketiye îcrayê û ji ber deynan nikarin projeyên xwe bikin meriyetê. Hevşaredara HDP’î ya Panosê Muşerref Geçer da zanîn ku ji ber deynan sê mehan nikaribûn mûçeyê xebatan bidin û got ew dîsa jî tevî her tiştî soza pêkanîna projeyan didin. DÎMEN HEYE