Meclisa JInan a Şaredariya Farqînê tevli xebatên rê bû 2020-01-16 11:50:03   AMED - Meclisa Şaredariya Farqînê ya HDP'ê, tevli xebatên çêkirina rê ya li taxa Bahçelîevlerê bû.    Şaredariya Farqîna Amedê ya girêdayî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê navber xwebatên xwe berdewam dike. Meclisa Jinan a Şaredariyê jî li aliyekî xebatên xwe yên ji bo jinan dimeşîne û li aliyê din jî xizmeta şêniyên Farqînê dike.    Meclisa jinan di çarçoveya xebatên xwe de tevli xebatên çêkirina rê ya li taxa Bahçelî evlerê ya Farqînê bû, jinan bi destê xwe kevirên miftekirî li rê raxistin .Jinan bi vê xebata xwe peyama ku em ji bo hemû xebatan di xizmeta şêniyên Farqînê de ne dan.