Li Dêrsimê hemû çalakî ji bo 15 rojan hatin qedexekirin 2020-01-16 11:57:16   DÊRSIM - Desthilatdariya AKP-MHP'ê li hemberî nerazîbûna li dijî windakirina xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû û bûyerên destavêtinê, bi qedexekirinê bersiv da.   Desthilatdariya AKP-MHP'ê li hemberî nerazîbûna li dijî windakirina xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû û bûyerên destavêtinê, bi qedexekirinê bersiv da û hemû çalakî ji bo 15 rojan qedexe kirin.    Walîtiyê di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de da îdîa kir ku nerazîbûna tên nîşandan "gel teşwîqî kîn û dijminatiyê dikin" û ji bo 15 rojan çalakî û xwepêşandan qedexe kirine.