Şêniyên navçeya Eyn Îsayê salvegara Kongreya Star bi şahiyekê pîroz kirin 2020-01-16 15:00:16   EYN ÎSA - Salvegera damezrandina Kongreya Star bi şahiyekê li navçeya Eyn Îsayê hat pîrozkirin.   Salvegara damezrandina Kongreya Star li navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî bajarê Girê Spî bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di şahiyê de şêniyên Eyn Îsayê û mêvan ji bajarê Minbic, Reqqa û Tebqayê beşdar bûn. Jin bi cil û bergên gelêrî tevlî şahiyê bûn. Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hevrîn Xelef, Eyşa Mistefa, Amara Rênas, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsa "Jin Rojava diparêzin", "Em bi misogeriya dewlet- netewan dixwazin bizivirin malên xwe" û "Bila artêşa dewleta tirk û çeteyên wê ji axa me derkevin" hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.   'Rêxistina Kongreya Star ji tevahî cîhanê re bû nîmûne '   Paşê li ser navê Kongara Star a Kobanê Zehra Berkel, Hevseroka Komîteya Çand û Hunera Bajarê Reqqa Sena Ebas û li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Kobanê Bêrîvan Ismaîl axivîn û gotin: "Em salvegera Kongreya Star li tevahî jinan pîroz dikin. Soza xwe ji tevahî şehîdên azadiyê re dubare dikin. Em ê  li ser şopa mîrasê şehîdên xwe  kar û xebatê bidin meşandin û xebatên xwe hîna xurtir bikin. Li hemberî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tê meşandin, em ê xeta têkoşîn û berxwedanê ji xwe re hilbijêrin û li dijî zihniyeta desthilatdar têbikoşin."   Paşê ji endamên çand û hunera bajarê Tebqayê sitranên Erebî, koma çand û hunera bajarê Minbic govend, çanda Reqqayê stran û  çand û hunera Girê Spî jî govenda foklorî hat pêşkêşkirin.    Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.