‘Bi rihê yekîtiya gelê kurd em ê dagirkerîyê têk bibin’ 2020-01-16 15:44:16   HESEKÊ / QAMIŞLO-Partiyên Siyasî ên Kurdî bi pêşengtiya Partiya Yekîtiya Demokratîk meşek ji bo yekitiya kurdan li dar xistin.    Bi pêşengtiya Partiya Yekîtiya Demokratîk ji bo yekitiya kurdan li bajarê Hesekê û Qamişloyê meşek hat lidarxistin. Di meşê de Partiyên Siyasî ên Kurdî, Partiya Nûbûna a Kurdistanî, Partiya Şiûyî  Kurdistanî, partiya Aştî Kurdistanî, partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Demokratîk a Kurdistanî, partiya Yekîtî , partiya çep, partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Demokratîk a Kurdî Sûrî, Partiya Guhertinî a Kurdistanî û Partiya Kesk a Kurdistanî amade bûn.     Meşa Hesekê, li ber dibistana Fewaz Çûlî ya taxa Kelasê desy pê kir. Endam û Rêvberên saziyên Civaka Sivîl û Kongreya Star tevlî meşê bûn. Di meşê de alên partiyên Siyasî û Kongreya Star û pankartên bi nivîsa "Bibin yek.. eger hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek " hilgirtibûn. Meş li ber çarxereya Şehîd Etrû veguherî mitîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyanî ji aliyê Rêveberê partiya Yekîtî Selah Xelf Biro û Rêvberê partiya çep a Kurdî Ezher Baqî Cûdî ve hat xwendin.   Li Qamişloyê jî meş hat lidarxistin   Meşa Qamişloyê, bi dirûşmeya " Bibin yek.. eger hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek "  bi tevlîbûna partiyên siyasî, endam û rêverên saziya sivîl hat lidarxistin. Meş ji çerxerêya Şerqî ya bajarê Qamişloyê dest pê kir. Di meşê de alê PYD'ê hatibû hildan. Piştre meş li çerxerêya sonî veguherî mîtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyanî ji aliyê Sekretera Partiya Demokratîk a Kurdî Nesreddîn Îbrahîm ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di vê pêvajoya hesas de dewletên desthilatdar li dijî Gelê Kurd bûne yek. Di 9’ê cotmehê de dewleta tirk a dagirker êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir û beriya vê pêvajoyê jî Efrîn dagir kir. Armanca van êrîşan ew e ku Gelê Kurd tune bikin. Em jî wekî partiyên Siyanî ên kurdî em yekîtiya xwe îlan dikin. Ji ber ku eger em nebin yek em ê biçin yek bi yek, îro dijmin li ser hesabê tunekirina Gelê Kurd dibin yek. Em ê rê nedin dijmin ku Gelê Kurd tune bikin, bi rihê yekîtiyê em ê dagirkeriyê têk bibin."   Daxuyanî bi dirûşma  "Bijî Yekîtiya Gelê Kurd" bi dawî bû.