'Em ê welatê xwe biparêzin û dagirkeriyê têk bibin' 2020-01-30 09:02:37   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Jinên bajarê Dêrikê li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên xwe anîn ser ziman û wiha gotin: "Em dagirkeriya li ser welatê xwe qebûl nakin. Em ê welatê xwe biparêzin û dagirkeriyê têk bibin."   Ji 9'ê Cotmeha 2019'an  ve û heta niha dewleta tirk û komên girêdayî wê bi çekên giran bê navber êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Di encama êrîşan de dewleta tirk û komên girêdayî wê bajarê Serêkaniyê û Girê Spî kirin bin kontrola xwe. Bi hezaran kes ji cih û warên xwe koçber bûn. Têkildarî mijarê jinên bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê êrîş şermezar kirin û nêrînên xwe parve kirin.   'Em ê welatê xwe biparêz û dagirkeriyê têk bibin'   Jina bi navê Şêrîn Ferho êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: "Dewleta tirk û çeteyên wê bi hovîtiyeke mezin êrîşî axa me dike, dixwaze ku kurdan tune bike. Dewleta tirk erdnîgariye Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dide guhertin, bi hezara kes kuştin û koçber kirin. Em dagirkeriya li ser welatê xwe qebûl nakin. Em ê welatê xwe biparêzin û dagirkeriyê têk bibin."   'Em ê bigihêjin azadiya xwe'   Jina bi navê Mala Ebd El-Kerîm jî êrîş şermezar kir û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker li pêşiya çavê hemû dewletên cîhanê, êrîşî axa me kir û hin bajarên me xistin bin kontrola xwe. Em van êrîşên li ser axa ku bi xwîna pakrewanan hatiye avdan, qebûl nakin. Bila dewleta tirk baş zanîbe ku em tu car serî natewînin. Çi bibe bila bibe, em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin û berxwedana xwe bidomînin. Em ê bigihêjin azadiya xwe."