'Alîkariyê nadin taxên Elewiyan' 2020-01-30 09:06:23   Rengîn Azîzoglu   XARPÊT - Welatiyên ji roja erdhêj pek hatiye heta niha li cemxaneyê dimînin, diyar kirin ku alîkarî ji bo wan nehatiye şandin û got: “Alîkariyên HDP’ê şûnde şandine. Gelo ew alîkariya ku tê çima vedigerînin? Alîkariyên ku hatine komkirin nadin taxên Elewiyan."   Li Xarpêtê di 24’ê çile de ku navenda wê Xoxê bû bi hêza 6,8 erdhêj pêk hat û 41 kes jiyana xwe ji dest da û hezar û 607 kes jî birîndar bûn. Ji bo welatiyan kon hatin vedan û alîkariya xurekan hat kirin, lê hîna li gelek deveran ne kon hatiye vedan ne jî alîkarî hatiye dayin. Taxên Fevzî Çakmak û Yildizbaglar yên ku piranî Elewî lê dijîn jî hinek ji van taxan e. Şêniyên van taxan ji roja ku erdhêj pêk hatiye li cemxaneyê dimînin û bi alîkariyên ku şaredariyan dane hewcedariyên xwe peyda dikin. Welatiyan gotin: “Em Elewîne, ne Musliman in. Ji ber vê ger taxa hilweşiyaba wê herî dawî bihatana em xilas bikirana. Bi zanebûn alîkariyan nadin me.”   ‘Cemxane tije dibin’   Îsyan Guler ku bi dildarî li cemxaneyê dixebite, got di erdhêjê de her kes bi fikar li her derê belav bûne û got: “Hemû şêniyên taxê derketin derve. Rê di bin lingê me de dişemitî. Heta sibehê dengê ambulansan dihat. Kes neçû hundir. Em wê şevê li taxê geriyan. Mirovan agir pêxistibûn û bi betaniyan li kolanan rûdiniştin. Tevî ku çend roj derbas bûye jî em hîna nikarin razên. Gel nikaribûn biçin mala xwe. Ji roja erdhêjê de cemxane tije dibe. Katê jor koltix lê hene. Ji ber vê kal û pîr lê dimînin. Li ser mase û kursiyan jî ciwan û zarok radizên. Di rewşeke lezgîn de ev der ewletir e. Çar alî vê vekiriye ev der saxlem e. Li ber çavê me hat çêkirin. Avahiyên din bêguman wê hilweşin. Di du mehan de avahiya 10 kat çêkirin. Ji ber vê ez bi mala xwe bawer nakim.”   ‘Yek konek li vir nehat vedan’   Îsyanê destnîşan kir ku di demên zehmet de Elewî tên cemxaneyê û gelek girêdayê hev in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ciwanên li cemxaneyê dimînin hevalên min in, lê em wek xwişk û biran e. Em cudahiyê nakin navbera hev. Roja erdhêj çêbû ambulans, îtfaye û rayedarên dewletê çûn her derê lê nehatin Fevzî Çakmakê. Çima nehatin gelo? Em hema diçin alîkariya mirovan. Çima ew nayê gelo? Yên xwedî wijdan vê nakin. Ji ber vê de li hember me widane. Li Xoxê rewşa welatiyan xerab bû. Me navê xwe ji bo alîkariyê nenivîsî. Me navê wan da nivîsin. Li sûkê bi sedan kon hatin vedan. Lê li van taxan yek konek nehatiye vedan.”   ‘Hûn çima wan alîkariyan şûnde vedigerînin?’   Îsyanê balkişand ser alîkariya HDP’ê ya şûnde hatiye vegerandin û wiha got: “Ew alîkarî ji we re tê? Hûn çima vedigerînin? Hûn nafikirin lê yên difikirin hene. Mafê wan tune vegerînin. Li cihekî din erdhêj hebûna me bişanda wê bigotina Elewîne em nagirin. Ev mirine, di rewşên wisa de divê em alîkarî bidin hev. Ka biçin navendê bêjin em Elewîne, kes me nake mêvan. Çi dibe bi xizan û bindestan dibe. Ev cemxane bi alîkariya gel temam bû. Me derî û paçe bi zor çêkirin. Bi alîkariya Elewiyan temam bû. Bi bexşa tê kirin ev der tê birêvebirin. Pereyê me tunebe, em 50 xwendekar tên gel hev her yek 10 TL didin. Lênûsk, pirtûk û pêlavên zarokan tunebe em digirin. Lê ev niha rewşeke wisa ye ku pêwistiya me bi hewcedariyan heye.”   ‘Em nizanin çi bikin’   Nurtek Eken ya li taxa Rizaiye rûdine jî piştî erdhêjê hatiye cemxaneyê û got: “Di erdhêjê de me xwe avêt derve. Em bi şev li derve man. Em li wesayîtan siwar bûn. Me li parkan agir pêxist. Me dît ku nabe em çûn cemxaneyê. Em ji tirsan nikarin bikevin malan. Tu alîkarî nehatin taxa me. Qe nebe bila konekî bidin me. Hewcedariyên me yên cil û berg û serîşûştinê çêdibe. Em nizanin çi bikin.”   Fatma Kaya ya 70 salî jî ku li taxa Rizaiye rûdine jî wiha got: “Ez, keça min û neviya xwe li mal bûn. Her der lerizî. Erdhêj sekinî em daketin xwarê. Şeva ewil em li derve man. Roja din em çûn cemxaneyê. Konek bidana me em ê têde bimana. Lê alîkarî nedan me. Em bi sedan kes niha li vir in. Gelo em ê heta kengê wisa bisekinin.”   Alîcan Tam jî bi lêv kir ku alîkariyên hatine kirin, ji bo taxa wan nehatiye şandin û wiha berdewam kir: “Mixabin alîkariyên hatin kirin çûn taxên jêr. Mala cemê di vê pêvajoyê de bi awayekî cidî zehmetî kişand. Bi butçeya xwe hewl dan hewcedariyên kesî peyda bikin. Çen tirên alîkariyê yên şaredariyan hatin vir. Ji îro şûnde alîkariyên bên jî em ê bikin depoyên xwe û li welatiyên hewcedar belav bikin. Ev alîkarî ji bo belavkirinê tên em ê jî hemûyan belav bikin.”