Li Merdînê di meha çilê de 30 jin bi şîdetê re rûbirû mane 2020-01-30 09:41:59   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Endama Komîsyona Mafê Jin û Zarokan a Baroya Mêrdînê Dîlan Koç, diyar kir ku yek ji bajarên ku bûyerên şîdeta li hember jinan zêde dibe Mêrdîn e û di mehekê de 30 jinên rastî şîdetê hatine serlêdan kirine.   Li Mêrdînê hema hema her roj serlêdanên bûyerên şîdeta li ser jinan li Baroya Mêrdînê tê kirin. Endama Komîsyona Mafê Jin û Zaroka a Baroya Mêrdînê û Nûnera Buroya alîkariya Edlî ya Baroya Mêrdînê, parêzer Dîlan Koç, diyar kir ku şîdeta li ser jinan gihiştiye asteke cidî.   Dîlanê diyar kir ku şîdeta li ser jinan her tim hebûye û got hatiye asteke ku pêşî lê nayê girtin û wiha berdewam kir: “Çavkaniya şîdetê, şerên desthilatdariyan, fikarên aborî, petrol û her wekê din e. Ne tenê li Tirkiyeyê li her derê cîhanê dewlet bi zîhniyeta serdest ya mêr tên bi rêvebirin. Ligel ku hawira aştiyane nayê afirandin roj bi roj jiyan tê rewşa ku lê nayê jiyîn.”   ‘Di mehekê de 30 serlêdanên şîdetê hatin kirin’   Dîlanê destnîşan kir ku li Mêrdînê bûyerê şîdetê gelek zêde ne, lê serlêdan pir kêm in û got: “Şîdet nayê qebûlkirin. Ji meha Mijdarê heta niha 60 serlêdanên şîdetê ji bo Buroya Alîkariya Edlî ya Baroya Mêrdînê hatine kirin. Di meha çilede 35 jinên rastî şîdetê hatibûn ji me piştgirî xwestin. Lê tenê ev hejmara ku gihiştiye me ye. Em amadene ku di her alî de piştgiriyê bidin jiyanan. Em amadene ku her tim piştgiriyê bidin jiyanan.”