Li Mexmûrê betlaneya dibistanan dest pê kir 2020-01-30 10:52:48   MEXMÛR - Betlaneyên dibistanên amedekariyê û serateyî ya Wargeha Mexmûrê îro dest pê kir. Dibistan dê piştî 15 rojan dîsa dest bi perwerdeyê bikin.    Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev 26 sal in di nav şert û mercên penabertiyê de pergala xwe ya perwerdeyê bi awayekî rêk û pêk didin meşandin. Îro li wargehê dibistanên amedekariyê û serateyî dema betlaneyê dest pê kir. Dibistan dê piştî 15 rojan dest bi perwerdeyê bikin. Derbarê betlaneyê de mamoste Evdulah Tunç axivî.   Di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa penaberan û wiha got: "Em ji ber zilma dewleta Tirk koçber bûn û 26 sal in li vir li gel zor û zehmetiyan jiyana xwe didomînin. Lê belê armanca me ya sereke jî em dixwazin zarokên xwe di her alî de perwerde bikin. Ji xwe wek tê zanîn ku ev demek dirêje li ser wargehê dorpêçek heye û ev yek bandorê li dibistanen me jî kir. Ji ber dorpêçkirin û amborgayê em nikarin pêwistiyên xwendekarên xwe bînin cih."   Di dawî de xwendekarên ku yekemîn derketin diyariyên xwe girtin.