Ayşe Mînaz û Leyla Aşkan serbest hatin berdan 2020-02-01 14:18:41   WAN - Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Ayşe Mînaz di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin serbest hat berdan û her wiha aktîvîsta TJA’yê Leyla Aşkan a ji bo konferansa jinan ji Wanê diçû Amedê li Tetwanê hatibû binçavkirin serbet hat berdan.     Li navçeya Tûşba ya Wanê polîsan duh serê sibê bi ser mala endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Ayşe Minaz ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wezîfeya hevşaredariyê dabûyê de girt. Polîsan piştî lêgerîna li malê Miraz binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Wanê. Piştî îfadeya wê ya emniyetê serbest hat berdan. Her wiha aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Aşkan a ji bo konferansa jinan ji Wanê diçû Amedê li Tetwana Bedlîsê hat binçavkirin. Hat zanîn ku Leya Aşkan di çarçoveya dozek derbarê wê de hatiye vekirin hatiye binçavkirin û wê birine Midûriyeta Polîsan a Tetwanê, piştî îfadeya wê hat girtin serbest hat berdan.