Ji çalakiya Dayikên Şemiyê: 100 sal jî derbas bibe ez ji bîr nakim 2020-02-01 15:18:34   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 775'an de ligel astengiya polîsan hatin li kolana pêş avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê û aqûbeta windayên xwe pirsîn. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe de aqûbeta Serokê Rêxistina HADEP'ê ya Sîlopiyê Serdar Taniş û Sekreterê HADEP'ê Ebubekir Deniz pirsîn.    Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 775'an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin. Lê dayikên ku ji hefteya 700’an heta niha hewl didin li qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin, 175 hefte ye rastî astengiyan tên. Dayik îro jî rastî astengiya polîsan hatin û polîsan destûr nedan ku dayik li qada Galatasarayê kom bibin. Dayikan di hefteya 775'an de dîsa piştî astengiya polîsan hatin li kolana pêş avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn. Dayikan li vir daxuyanî dan çapemeniyê û aqûbeta windayan pirsîn.    Di çalakiyê de parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Şik, Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu û nûnerên gelek saziyên sivîl amade bûn. Dayikan li kolanê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Dayikan dîsa wêneyên windayan rakirin û qurnefil xistin destê xwe. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Serokê HADEP'ê yê Sîlopiyê Serdar Taniş û û Sekreterê HADEP'ê Ebubekîr Deniz yên hatin binçavkirin û li qereqolê hatin windakirin pirsîn. Endama Komîsyona kesên di bin çavan de hatin windakirin ya Şaxa ÎHD'ê Sebla Arcan daxuyanî da.   'Mafê hiqûqê tê binpêkirin'   Sebla, anî ziman ku çalakiyên wan li Qada Galatasarayê tên astengkirin û wiha got: "Bi vê astengiyê mafê hiqûqî tê binpêkirin. Di 25'ê çileya 2001’an de Serokê HADEP'a Sîlopiyê Serdar Taniş û Sekreterê HADEP'ê yê Sîlopiyê Ebubekir Deniz piştî çûn îfadeyê bidin hatin binçavkirin û piştre agahî ji wan nehat girtin. “Di hefteya 775'an de, 19 sal in em li Serdar Tanış û Ebubekir Deniz dipirsin. Me em ji bîr nekirine. Serdar Taniş ê 25 salî di sala 2000'an de ji bo avahiya HADEP'ê li Sîlopiyê veke hat peyvirdarkirin. Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê Levent Ersoz ji bo Serdar dest ji partiyê berde gef lê xwarin. Dîsa Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Sîlopiyê Suleyman Can gef lê xwarin. Tevî hemû gefan di 3'ê çileya 2001'an de avahiya HADEP'ê vekir. Serdar Tanış bû serokê HADEP'ê yê Sîlopiyê. Serdar piştî rastî gefan hat serî li hemû nûnerên fermî dan û daxwazname dan. Lê di 25'ê çileya 2001'an de ji bo îfadeya wî bigirin qereqolê bang li Serdar Taniş û Sekreterê HADEP'ê yê 27 salî Ebubekir Deniz kir. Serdar û Ebubekîr piştî çûn Qereqola Cendirmeyan a Sîlopî carek din derneketin. "    'Bavê wî tu encam bi dest nexist'   Sebla anî ziman ku piştî Daniş û Denîz hatin binçavkirin û zextên cemaweriyê zêde bûn 5 roj şûnde Waliyê Şirnexê Huseyîn Başkaya, diyar kir ku Serdar û Ebubekîr di 25'ê çile de hatine qereqolê û piştîgirtek girtine derketine. Sebla da zanîn ku piştî zextan walî gotiye 'Dibe ku HADEP'ê ew revandibin' û parastina xwe kiriye. Sebla bibîr xist ku bavê Serdar Şuayip Taniş, piştî kurê wî winda bû serî li hemû rayedar û nûnerên dewletê dan, lê heta niha tu encam bi dest nexistine. Bavê Serdar Şuayip anî ziman ku ew birine Fermandariya Cendirmeyan û Fermandarê Cendirmeyan Levent Ersoz, jêre gotiye ‘Bila kurê te dest ji vî karî berde. An ji bo we baş nabe' û gef li wî xwariye. Sebla herî dawî da zanîn ku malbatê searî li Dadgeha MAfên Mirovan a Ewropa (DMME) dane. Ji ber ku DMME lêpirsînek serbixwe nekiriye wan xemgîn dike.    'Ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim'    Kurê Serdar Taniş Diyar Taniş ê 20 salî jî di çalakiyê de got: "Sed sal jî derbas bibe ez bavê xwe ji bîr nakim. Ez ê lêgerîna bavê xwe berdewam bikin û tu carî kiryaran efû nakim. Ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim."    Piştre nameya Keça Ebûbekîr Deniz Ceylan Deniz a şandibû cihê çalakiyê hat xwendin.