Bertekên li dijî pêşnûmeyê didomin: Ev pêşnûme tiştekî bi xof e 2020-02-02 09:06:07   Gulîstan Azak   STENBOL - Bertekên li dijî pêşnûme qanûna ‘di êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan de efû’ her diçin zêde dibin. Welatiyên Stenbolê diyar kirin  li meclîsê pêşnûmeyeke wisa nikare bê qebûlkirin û gotin: “Gelo zarok çawa dikarin bên zewicandin. Ev pêşnûme zêdetir cesaretê dide mêran.”   Bertekên li dijî pêşnûmeya ku ‘di êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan de bi riya zewacê efûyê’ pêşniyar dike her diçe zêde dibin. Tê payîn ku ev pêşnûme di çarçoveya Pakêta Daraza Duyemîn de, biçe meclîsê. Welatiyên Stenbolê der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.   ‘Li gorî xwe biryaran digirin û li gel ferz dikin’   Gulîstan Yeşîlkaya da zanîn ku hemû kesên ku 18 sal temenê xwe temam nekiriye zarok in û temenê zewacê jî bi qanûnan hatiye diyarkirin û got: “Ev pêşnûme li dijî destûra bingehîn e. Ev pêşnûme hêza mêran zêdetir dike. Divê ev pêşnûme neyê meclîsê. Em vê wek pêngava ku her tiştî normal nîşan didin dibînin. Hinek ji bo egoyên xwe tatmîn bikin biryarên wisa digirin û li gel ferz dikin. Tu kes vê pêşnûmeyê rast nabîne.”   ‘Ez 80 salî me, min tiştek wisa eletewş nedît’   Bînnaz Ozturk ya li rihtima Kadikoyê berhemên ku bi destên xwe çêkiriye difroşe, bertek nîşanê pêşnûmeyê da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştekî eletewş e. Ez 80 salî me min tiştek wisa nedît. Em tu car vê qebûl nakin. Bila kes jî qebûl neke. Bila min ev nebihista ez qehr nebûma. Gelo zarok dikarin bên zewicandin? Gelo zarokên van kesan tune, wijdana wan tune. Nîqaşkirina wê jî hewce nake.”   ‘Mirov zîhniyeta wan fêm nake’   Xwendekar Irmak Çevîn jî diyar kir ku gumanbarê îstîsmarê yên ku li ber travmayên mezin vedike divê ji zarok dûr bên girtin û got: “Ev li dijî peymana mafê zarokan û hiqûqê ye. Ez 17 salî me. Li gorî hiqûqê ez hîn zarok im. Bi rastî bûyereke wisa bi xof e. Hişê mirovan nagire. Bi rastî jî ev pêşnûmeyeke gelek şaş e. Zarokek bi îstîsmarkar re zewicandin, tiştekî nayê qebûl kirinê ye. Ez jî zarok im, tiştekî wisa tu car qebûl nakim. Mirov zîhniyeta van fêm nake. Gelo wan zarokatî ne jiyaye. Bila hinek empatiyê bikin. Ez wan şermezar dikim.”   Sevîm Kandur jî bertek nîşan da û bi lêv kir ku axaftin tu tiştî naguhere û got: “Gel dengê xwe nade bihistin. Kes gel cidî nagire, dengê wan nabihîze. Ev pêşnûme tiştekî bi xof e. Ez vê qebûl nakim. Lê de wer e û bide fêmkirin.”