Meclîsa HDP'ê ya Wanê şahî li dar xist 2020-02-02 16:46:48   WAN - Li Wanê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê şahî li dar xist.    Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Wanê bi dirûşma "Me serî hilda em li ber xwe didîn",Em bi ser faşîzmê de dimeşîn" li eywana Erenogluyê şahiya gel li dar xist. Parlementerê HDP'ê yê Muşê Mensur Işık, hevserokên HDP'ê yên Wanê,rêxistinên navend,navçe û gelek welatî tevlî şahiyê bûn.    'Li îmraliyê ne tenê şerê fîzîkî şerî bîrdozî jî tê meşandin'   Bername bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê  parlementerê HDP'ê yê Muşê Mensur İşik axivî. Mensur bal kişand ser girankirina tecrîta li îmraliyê û wiha got:"Em tu tiştî ji kesekî venaşerin. Em li dijî faşîzme,li dijî zilmê bi berxwedana xwe li her deveran dîrok dinivîsin. Ji dîrokê heta roja me ya îro dixwazin me xelas bikim,lê hêza wan nikare me xelas bikin. Dema ku qeyûm roja destpêkirî hatin çi kirin?ji roja destpêkê çand û hûnera kurd hate hedef girtin. Dema ku ketin Efrînê destpêkê de  li Efrînê tabeleya nexweşxaneya Efrînê jêkirin. Ev faşîzme. Bêtehemuliya li dijî zimanê kurde. Lê li dijî polîtîkayên tunekirin û tunehesibandinê em li her deran hene û berxwedaneke hebûnî didîn meşandin. Niha li îmraliyê tecrîteke giran heye. Kîjan demê tecrît giran bibe li Tirkiyeyê alozî zêde dibe. Li îmraliyê ne tenê şereke fîzîkiye di heman demê şereke bîrdozî tê meşandin. Gelê ku ji têkoşîn dayinê ne tirse hûn nikarin bidîn sekinandin. "   'Têkoşîna azadiyê bi pêşengiya ciwanan dest pê kir'   Piştî Mensur İşik hevseroka HDP'ê ya navçeya Tuşbayê Edîbe Babur axivî. Edîbeyê ji bal kişand ser rol û mîsyona Ciwanan û wiha got:"Bi rihê têkoşîna jinên azad em li her deran berxwe didîn. Wekî ku brêz Abdullah Ocalan gotî,"Me ciwantî dest pê kir û em ê ciwantî serbikevîn" ev têkoşîna azadiyê bi pêşengiya ciwanan didome û dê bi têkoşîna ciwanan jî serbikeve. Teqez em ê serkevîn."   Piştî axaftinan bername bi lîstîka Şanoya Mencelê Zargotin Zêrgotine berdewam kir.    Li gel stranên hûnermend Koma Pel,Şûkran Colemêrgî ciwanan govend girtin. Şahî bi govend û dirûşmên "Bijî berxwedana zîndanan",Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.