Çeteyên DAIŞ’ê êrişî Mexmûrê kirin 2020-02-02 17:03:02   MEXMÛR - Çeteyên DAIŞ’ê êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kirin. Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê bersiva çetayan dan.    Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de şivanek birîndar bû. Di van kêliyan de şer berdewam dike.   Di encama van êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de Şivanek bi giranî birîndar bû û rakirin nexwşxaneya wargehê.   Di van kêliyan de di navbera çeteyên DAIŞ’ê û Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê şer didome.   Hêjayî gotinê ye ku di 28’ê Çile de jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kirîbûn.